BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:
“Li hember êrîşa dorfireh a dagirkeriyê ya Tirk TC’ê ya 23’yê Nîsana 2021’ê li deverên Zap, Avaşîn û Metîna hatiye destpêkirin, yek ji berxwedan herî dîrokî ya gerîla derketiye holê. Bi taybet berxwedana li Mamreşo ya bi pêşengtiya fermandarê nemir Serhat Giravî derket holê, pêl bi pêl belav her qadê bûye, ne tenê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bûye yek ji nimûneyên herî biheybet a dîroka berxwedana gelê Kurd. Hevrêyên me yên ji gava yekem a êrîşê destpêkir û vir ve lehengî û fedekariyên bê sînor raber kirin, têkoşîna me bê navber domandin, wê ji niha û şûnde jî bi domdarî darbe li dagirkeran bide.Vê berxwedanê meşa gelê ma ya ‘Rêbertiyek Azad, Kurdistanek Azad’ hê zêdetir ber bi serketinê ve bibe. Hevrêyên me yên bi navê Şerzan, Şervan, Bêrîtan, Dîren, Berxwedan û Mêrxaz ên hilgirên hêviyên serketinê di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gihiştin şehadetê, di nava lehengên bê mirin ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe yê rûmet girtine.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Şerzan Qaşûrî Nav û Paşnav: Şaban Ecer Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayikê-Bav: Kumru – Îbrahîm Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021 |
***
Nasnav: Şervan Birîndar Nav û Paşnav: Nîhat Yilmaz Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn Navê Dayikê-Bav: Perîşan – Abdullah Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021 |
***
Nasnav: Berîtan Ranya Nav û Paşnav: Sevda Dûman Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayikê-Bav: Dîlber – Reşat Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021 |
***
Nasnav: Dîren Raman Nav û Paşnav: Nûrdan Şarer Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayikê-Bav: Remziye – Ahmet Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021 |
***
Nasnav: Berxwedan Nisêbîn Nav û Paşnav: Abdulkadir Yîgît Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayikê-Bav: Melahat – Abdulkadir Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12’ê Tîrmeha 2021 |
***
Nasnav: Mêrxas Nûjiyan Nav û Paşnav: Kenan Kaçmaz Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayikê-Bav: Rabîa – Îsmaîl Dîroka Şehîdbûnê: 25’ê Gulana 2021 |