Marîgnane – Ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de saetên êvarê hatin gel hev, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, qetlîama li ser malbata Kurd a li Konyayê ya bi piştgiriya rejîma AKP-MHP’ê pêkhatî û salvegera qirkirina Şengalê bi meşekê şermezar kirin.
Gelek ciwanan ku tevlî meşê bûn porsterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK û TCŞ’ê hilgirtin. Di meşê de êrîşên dagirker û qirkerî yên dewleta Tirk a li Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê pêkanîn, bi berzkirina dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Fransî hat şermezarkirin.
Di dawiya meşê ciwanan daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê li hemberî êrîşên faşîst qadan vala nehêlin û bang li hemû ciwana hat kirin ku bi ruhê Werin Cenga Azadiyê çalakiyan bikin û ji faşîzmê hesab bipirsin.