REQA – Jinên ciwan yên MSD komxebatek ji bo jinên ciwan li ser asta bakûr û rojhilatê Surye li bajarê Reqayê lidar xist.
Komxebat bi slogana “Ji bo raperîna jinên ciwan li Sûrye, komxebatek bi rengê ciwantî” hat birêxistin kirin. Bi dehan jinên ciwan ji Reqa, Tebqa, Dêrezor, Minbic, Hesekê û Kobanê û gelek nûnerên saziyan beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan axavtina Îlham Ehmed hebû. Ehmed di axavtina xwe de diyar kir ku rola girîng a pêşxistina civakan bi taybet dikeve ser milê jin û jina ciwan.
Di komxebatê de gelek xal hatin nîqaş kirin. Her wiha rê û rêbazên xurtkirina rola jinê da ku bikaribe jinek bi politik dikare civak ber bi başbûnê ve bibe. Di dawî de nerînên haziran hate girtin û plansaziya ku di demê pêşde were pêkanîn hate girtin.