NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de li Çiyayê Sor a Dêrsimê êrişeke hewayî kiribû. Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan di vê êrişê de şehîd bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Erzîncanê cenazeyê Aslan bi kargoyê ji Midûriyeta Emniyetê ya Erganiyê re şand.
Malbata gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan 3 sal berê testa DNA’yê dabû û encama testê mehek berê eşkere bû. Piştî encama testê malbatê xwest cenaze werbigire û rayedaran diyar kirin ew ê cenaze bişînin.
Li gorî nûçeya Jinnewsê di 2’ê Tebaxê de Midûriyeta Emniyetê ya Erganiyê telefonî malbatê kir û xwest bila werin cenaze werbigirin. Malbat dema ku çû Midûriyeta Emniyetê ya Erganiyê hîn bû ku cenaze bi kargoyê hatiye şandin.
Malbatê cenaze wergirt û di 2’ê Tebaxê de li gundê Tilxizûr yê Erganiyê cenaze veşart.
CENAZEYÊ AGÎT ÎPEK JÎ BI PTT KARGOYÊ HATIBÛ ŞANDIN
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ê ku di 23’ê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor a Dêrsimê şehîd bûbû, di 10’ê Nîsana 2020’an de bi PTT Kargoyê re ji malbata wî re hatibû şandin.