RAQA – Desteya Ciwan û Werzîşê turnoveyeke futbolê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin. Maça yekemîn a turnoveyê di navbera tîmên Firat Kobanê û Zeyban Dêrazor li dar ket.
Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û her du cîgirên wî, gelek şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan alîgirên her du tîman, şêniyên Reqayê amade bûn.
Ebid Hamid El-Mihbaş turnoveyê li tevahiya tîmên beşdar pîroz kir û îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide rewşa werzîşê bi hemû cûreyên wê li herêmê pêş bixîne û ev lê zêde kir: “Îsal me bûdceyeke taybet ji bo Desteya Ciwan û Werzîşê veqetandiye da ku projeyên werzîşê pêşbikevin û ciwan teşwîq bibin. Her wiha Rêveberiya Xweser dê hemû avahiyên werzîşê sererast bike.”
Beriya ku maça yekemîn a turnoveyê dest pê bikira, beşdaran xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan.
Maça yekemîn di navbera tîma Firat Kobanê û Zeyban Dêrazorê de li dar ket. Tîma Firat Kobanê bi nuqteyekê li hemberî sifirê bi ser ket.
Tê payîn ku hemû maçên turnoveyê li yarîgehên Ewlekariya Hundirîn û yarîgeha Şehîd Hevrîn Xelef ên bajarê Reqayê werin lîstin.