NAVENDA NÛÇEYAN –
YPS-Jin bi daxuyaniyeke nivîskî ve çalakiyên herî dawî parvekir.
Daxuyaniya YPS-Jin wiha ye:
“Endamên me di çerçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de li Maraş û Amedê çalakî li darxistin.Çalakiyên hatîn kirin wihane:
Roja 24’ê Tirmehê êvarê derdora demjimêr 21:00’ande endamên Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Nûcan Malatya li ser riyê Gazî ya Amed Farqînê dijî gazînoya leşkerî bi bombeyên dest hatî çêkirin çalakî kirin. piştî çalakiyê gelek leşker û polîs hatin cihê çalakiyê. Di çalakiya hatî kirin de kuştî û birîndarên dijmin nehat zelal kirin.
Roja 28’ê Tirmehê li Maraş Onîkîşûbatê depoya A101’ê ku ya AKP’yî û nokeranbû ji aliyê endamên me ve hat şewitandin û îmha kirin.
Jinên ku bûne armanca herî mezin ya dewleta qirker û faşîst ya Tirk û polîtîqayên wan yên metîngeh, hemberî vê tenê bersiva rêxistinkirina parastina cewheriye heye. Di şexsê Denîz Poyrazde û piştî wê êrîşên berdewam dikin, hemberî gelê me awayê sîstematîk ya siyaseta îmha û înkarê ye. Ji holê rakirina qirkirina jinê û êrîşên komkîjiyê yên ser gelê Kurd tenê di riya rêxistinkirina parastina cewherîde derbaz dibe. Ji bo vê di serî de jinên Kurd, hemû gelê me yê Kurd di çerçoveya parastina cewherîde xwerêxistinkirin erkek jiyanî û divê neyê taloq kirine.”