HELEB – Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmên Şehba, taxên Helebê yên Şêxmqsûd û Eşrefiyê ferz dike, şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda ciwanan a li taxa Şêxmeqsûd hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endamê PYD`ê Eladîn Elo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“Piştî 3 salan ji koçberkirina bi darê zorê ji şêniyên Efrînê yên ku li herêmên Şehbayê ne, artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê topbarana li dijî sivîlan, didomînin. Ji aliyekî din ve jî hikumeta Sûriyê dorpêçeke giran li ser herêmê ferz dike. Ev yek rewşa kesên di kampan de zehmettir dike.
Ji ber serweriya Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Sûriyê ya li ser deriyên têketina bajarê Helebê û Şehbayê, ferzkirina bacan li ser madeyên sereke wekî sotemenî, madeyên tenduristî û dermanan rê li pêşiya rûdana karesateke mirovî vedike.
Em van kiryaran ji aliyê hikumeta Sûriyê ve şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku çareseriyekê bibînin da ku jiyana sivîlan baş bibe, dorpêça heyî ji ser koçberên Efrînê rabe, dagirker derkevin û xak li niştecihên resen vegere.”