HESEKÊ – Pêngava ku ji aliyê Komalên Ciwan ya ku bi şiyara “Werin Cenga Azadiyê” ve hate destpêkirin ji aliyê ciwanan ve tê xwedî derketin.
Taybet ji Rojavayê Kurdistanê ciwan di çarçova vê pêngavê de dev ji qadan bernadin.
Îro jî bi heman armancê ve li taxa Muftî ya Hesekê Ciwanên Şoreşger meşek bi maşeleyî lidar xistin.
Meşa ku bi sedan ciwan tevlî bûn ji aliyê şêniyên herêmê ve rastê eleqeke mezin hat.
Di meşê de ciwanan tin û tim duruşmên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.