NAVENDA NÛÇEYAN – Mihemed Îbrahîm (Alan Kobanê), Ebdullah Miho (Ocalan) û Diyar Hemê (Çavreş) di dema perwerdehiya leşkerî de li Çemê Firatê de xeniqîbûn û şehîd bûbûn.
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmê cenazeyê her sê şehîdan li goristana Şehîd Dicle spartin axê. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîş Xunav Mihemed axivî û got: “Ciwan ji bo perwerdeyê çûbûn kampê da ku fêr bibin bê çawa di pêşerojê de hişmendiya ciwanan biguherin û li dijî şerê taybet ê ku aliyên dijber li dijî ciwanan û gelê herêmê dide meşandin bisekinin, lê şehîd bûn.”
Hevseroka Meclisa PYD`ê ya navçeya Şêran Letîfe Mehmûd got: “Serê xwe bilind bikin hûn îro mêvanên şehîdên azadiyê ne, rondikên dayikên we rondikên me ne û êşa wan jî êşa me ye.”
Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî mabatên wan kirin.
Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.