NAVENDA NÛÇEYAN –
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand
Hêzên taybet yên PDK’ê dor li yekîneyeke ji 3 kesan a gerîla girtine, piştre jî bi êrişekê 2 ji gerîlayan qetil kirine, gerîlayê din jî birîndar kirine. Hin çavkanî jî dibêjin hersê gerîla jî hatine şehîdkirin. Di demekê de ku dewleta Tirk di nava tevgera dagirkirinê de ye ev êrişa PDK’ê eşkere tê wateya şer. Jixwe, dorpêçkirina herêmên gerîla, di navbera herêmên gerîla de bicihbûn û ew ji hev qutkirin, wateya van ew e ku PDK bûye parçeyekî şer. Bi vî awayî PDK hem mil bi milê dewleta Tirk tevlî şer dibe, hem jî hewl dide vê rastiyê veşêre.
Sedemeke vê helwêsta PDK’ê ew e ku gelek derdor vê xirabiya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd eşkere bilêv nakin. Weke ku pirsgirêkeke du alî heye û divê ev herdu alî di navbera xwe de pirsgirêkê çareser bikin! Bêguman pêwîst e ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê heger PDK di vê xirabiyê de israr bike, ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe! Wê demê lazim e ji PDK’ê re bê gotin, dest ji dorgirtina li gerîlayan berde, hêzên çekdar ên ku we şandine derdora gerîla, vekişînin.
Piştî vê polîtîkaya ku PDK dimeşîne, û helwestên ew raber dike, gotina ‘pirsgirêkeke du alî heye’ ne rast e. Ev ne nihêrîneke objektîv e. Heger hûn rabin yê ku pirsgirêkê çêdike û yê rû bi rûyê pirsgirêkê dimîne bi heman rengî binirxînin, pirsgirêk wê çareser nebe. Berevajî wê, ew dê bibe bingehê dewama pirsgirêkê. Jixwe, PDK’ê dest ji dorpêça herêmên gerîla bernedaye, heta, gavên ji bo dorgirtina li gerîla zêdetir dike. Dorpêça bi Gareyê dest pê kir, belavî Metîna û Zapê bû, niha jî dixwaze ber bi Avaşînê ve berfireh bike. Bi vê armancê hêzên leşkerî li Şeladizê kom kirine. Ji bo ku li dijî vê rewşê helwêstê nîşan nede jî zextê li gel dike.
Li dijî PDK´ê ti hewldan û tevgereke nerênî ya gerîlayan çênebûye. Gerîla bi ti dewletekê re neketiye nava peywendiyan û li dijî PDK’ê tevgerek nedaye destpêkirin. Gerîla ti xirabiyeke wisa nekiriye ku hêzên leşkerî yên PDK’ê û PDK’ê nerihet bike. Gerîla li herêman e yên ku ev 40 sal in li wan dimîne. Ev 40 sal e, li van deveran jî li dijî dewleta Tirk şer dike.
Dewleta Tirk bi dehan êriş pêk anîne, gerîla her carê ev êriş têk birine. Lê vê carê PDK bûye parçeyekî şer. Gerîla bi xwe re dide mijûlkirin, bi vî rengî derfetên rihet ji dagirkeran re raber dike. Niha rastî wiha ye. Lê mîna ku pirsgirêkek du alî heye nêzîkbûn rê li ber serînixamtina rastiyê vedike. Ev ne bêalîbûn ne jî objektîvî ye. Ev nêzîkatiyên netêr nahêlin PDK dest ji van polîtîkayan berde. Bi nêzîkatiyên wekî pirsgirêkek du alî heye, kirinên PDK’ê têne normalîzekirin û rewakirin. Ji vî alî ve, ev nihêrîna şaş ya li pirisgirêka di navbera PDK û PKK’ê de divê bê terikandin. Wê demê rageşî, yan jî pirsgirêka di navbera PDK û PKK’ê de wê bi dawî bibe. Yan na her kêliyê, dibe ku şerên pêşî li wan neyê girtin, çêbin.
Gelê Kurd, raya giştî ya Kurd naxwaze di navbera gerîla û hêzên leşkerî yên PDK’ê de şêr çêbe. Vê nêzîkatiya raya giştî heta niha nehişt di navbera gerîla û hêzên leşkerî yên PDK’ê de şerê dijwar biqewime û bendek çêkir. Lê belê, ew bingeh heye ku şer dijwar bibe. PDK gerîla dorpêç dike, zêdetir hêzên leşkerî li van herêman kom dike, ber bi baregehên gerîla ve rêyên maşîneyan vedike. Ev kirin hemû, ji bo şer bandorên giring in. Ji bo ev rewş ji holê rabe, divê ev helwêst û kirinên PDK’ê eşkere werin rexnekirin. Her wiha dawî bê li van kirinên zirarê didin.
PDK’ê êrişî yekîneyeke gerîla ya 3 kesan kir, ev yekîne ji herêmekê diçe herêmeke din û li ser mijarê ti daxuyanî neda. Hîna jî aqubeta gerîlayan nayê zanîn. Ev jî nîşan dide, PDK dê rojên pêş jî van êrişan pêk bîne. Dibêjin, bêdengî ji ber îqrarê ye! PDK’ê jî bi bêdengiyê û ti daxuyanî nedanê qebûl kiriye ku êrişî yekîneya gerîla kiriye, ew gerîla şehîd kirine. Divê raya giştî ya Kurd vê rewşê ciddî bibîne û êrişên wiha yên PDK’ê asteng bike.
Em vê dizanin, ti hêz ji hêza gel û raya giştî ne mezintir e. Li tevahiya dinyayê jî êdî em ketine qonaxeke wiha, ya ku tê de hêza raya giştî bi bandor e. PDK jî PKK jî YNK, Gorran û Tevgera Îslamî jî bala xwe didin hêza raya giştî. Ji vî alî ve, divê gel hêza xwe bibîne, mudaxeleyî şaşîtiyên partî û tevgerên siyasî yên Kurd bike. Heger partî, tevgerên siyasî dibêjin em ji gel re kar dikin, wê demê gel jî dikare ji siyasiyan re bibêje ka çiqas rast kar dikin, yan na. Eşkere ye, gelê Kurd û raya giştî ya Kurd ji polîtîka û pêkanînên PDK’ê ne razî û ne rihet e. Wê demê lazim e PDK guh bide deng û hestên gel. Heger neke, destpêkê PDK dê winda bike.
Bi hêviya raya giştî ya Kurd rastiyê eşkere bike, pêşiyê bigire li helwêstên PDK’ê yên zirarê didin gelê Kurd.