EFRÎN – Bi diruşma “Bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê em ê Rêber APO azad bikin” bi sedan şêniyan herêma Efrînê meşek li dar xist û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di meşê de posterên rêber Ocalan û pankartên “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Em bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin” û “Li hemberî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ka demokrasî û mirovahiya we?” hatin vekirin û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û Berxwedana Serdemê hatin hatin berzkirin.
Meş ji pêşiya parka Rêbertî ya li gundê Til Sosînê yê Şehbayê rawestiya û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî, bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir.
Xelûx Bekir anî ziman ku armanca tecrîdê têkbirina fikir û felsefeya rêbertî ye û got: “Tevahî dewletên cîhanê dizanin ku bi azadkirina Rêber Apo dê hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin.”
Çalakî bi diruşemyên silavkirina berxwedana rêbertî û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.