NAVENDA NÛÇEYAN –
Selehattin Erdem Nivîsand
Kurd di salvegera 37’an a Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 2021’an de ne. Li her qadê coş û kelecana pêngavê heye. Li her derê li ser bingeha ruhê serketinê û pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahiyên bi coş hene. Cejna Vejîna Neteweyî ya 15’ê Tebaxê, Cejna Gerîla tê pîrozkirin. Li ser bingeha Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve diçe, pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bi coşeke hîn mezintir pêk tên. Hêzên gerîla ku xwedî li ruhê 15’ê Tebaxê derdikevin li Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê, Zagros û Botanê bi pêngavên xwe bûne çavkaniyeke şoreşgerî ya xurt û nû ji bo pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê.
Weke ku tê zanîn Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê dest pê kir. Wê demê kesî bawer nedikir ku ev çalakî wê dewam bikin û bi ser bikevin. Ji ber ku şert û merc bi rastî jî zehmet bûn, derfet û firsend bi qasî ku tune bin kêm bû. Cûntaya Kenan Evren û Artêşa Tirk ku darbe kirin û dest danîn ser desthilatdariyê, tirseke mezin berda bûn nava Rojhilata Navîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dît di nava van şert û mercan de têkoşîn dikare bê kirin û encam bê wergirtin, dest bi pêngaveke bi vî rengî ya lehengiyê kir. Wêrekî û fedakariya ciwanên Kurd, bi berdêlên giran jî be pêngava lehengiyê ya mezin gihand vê serdemê.
Bêguman ji bo salvegera 37’an a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê bê fêhmkirin û xwedî li wezîfeyên sala 38’an bê derketin, divê taybetmendiyên bingehîn ên 37 salan bêne fêhmkirin û dersên têrker jê bên derxistin. Herî zêde divê bê zanîn û fêhmkirin ku pêngaveke wiha çawa hatiye destpêkirin. Heta ku destpêkirin neyê zanîn, taybetmendiyên bingehîn ên dîroka pêşketinê neyê fêhmkirin, wê bi têrkerî û rast neyê fêhmkirin ku pêngav çawa gihîştiye vê demê.
Baş e dema ku gerîlayên Kurd 15’ê Tebaxa 1984’an çalakiyên Dihê û Şemzînanê li dar xistin, taybetmendiyên bingehîn ên rewşa giştî çi bûn? Pêngav di nava kîjan şert û mercî de pêk hat, xwe spart çi û kîjan astengî û zehmetî derkete pêşiya wê?
Baş tê zanîn, dema ku gerîla bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest bi berxwedaneke nû ya azadiyê ya Kurd kir, şert û mercên Kurdistanê gelekî giran û dezavantaj bûn. Bi têkçûna PDK’ê ya sala 1975’an de serdema raperînên Kurd ên klasîk bi temamî hatibû girtin. Di şert û mercên wiha de ku serdestên Kurd têk çûbûn, ji bilî xeteke reformîst-neteweperest a çîna navîn a Kurd ku xwedî karakterê bûrjûva ya biçûk e, hêzeke din a cuda tune bû ku ji xwe re bike esas. Ji bilî teslîmiyeta li pêşberî rastiya dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst, tiştekî cudatir ku ev xet bike, tune bû. Rejîma leşkerî-faşîst a 12’ê Îlonê bi piştgiriya NATO’yê dînamîkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giranî eciqandibû. Li Rojhilatê Kurdistanê, derfet û firsendên bi hilweşîna rejîma Şah afirîn, nehatin bikaranîn, ji aliyê Rêveberiya Îranê ya nû ve ku Barzanî piştgiriya wê dikir, hatibû pelçiqandin.
Baş e, qet tiştekî erênî tune bû? Hebû bêguman, lê gelekî kêm û biçûk bû. Mînak, parçebûna siyasî û leşkerî ya ku şerê Îran-Iraqê li ser rêveberên mêtinger ên li Kurdistanê kir, ji aliyê erênî ve bandoreke xwe hebû. Berxwedana gelê Fîlîstînê û hebûna Fîlîstînê ya li Lubnanê ji bo tevahiya herêmê xwedî roleke bi piştgiriya xurt bû. Hêrs û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê ve hatibû eciqandin jî di nava xwe de hîn mezin bû. Berxwedana Zindanan a Mezin a 1982’an ku di nava şert û mercên herî neyînî de pêk hat, bi taybetî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bandoreke mezin li civaka Kurd û hêzên azadiyê kir. Ya rast biryar li zindanê hate dayin û berxwedana lehengiyê li zindanê hate destpêkirin. Ya mayî ew bû ku ev yek rast bê fêhmkirin û derbasî çiyê bê kirin. Yê ku ev yek herî rast û bi xurtî kir jî Rêber Apo bû.
Rêber Apo bi pêşdîtina xwe, bi jêhatîbûna xwe ev derfetên kêm bi hostatî bi kar anî, li gel zor û astengiyan jî berxwedaneke nû da destpêkirin, Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê da destpêkirin. Bêguman Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû bangeke gelekî xurt û hêvî û kelecaneke mezin afirand. Ev kelecan û hêvî bû nirxên bingehîn pêngav heta niha xwedî kir û gihand vê serdemê.
Lê belê astengî û zehmetiyên destpêkê qet kêm nebû. Berevajî, zêdetir bûn. Êrişên qirker faşîst ên dewleta Tirk bi pitşgiriya NATO’yê her tim mezin bû, gelê Kurd bi zor û zehmetî bi berdêlan her roj mezintir bû. Di atmosfereke bi vî rengî de reşbînî, bêhêvîtî, bêbawerî, bêbiryarî her tim derkete holê û zehmetî da eniya berxwedanê. Lewma rêbertiya şoreşgerî ji aliyekî ve hewl da êrişên derve bişikîne, li aliyê din jî neçar ma ku hewldanên çetetiya navxweyî pûç bike.
Bêguman çîroka van 37 salan mezin e. Her roj êşên giran hatin kişandin, şehadet çêbûn. Her kêliya xwe bi zor û zehmetiyên mezin derbas bûn. Li dijî vê yekê jî pêwîstî bi xurtkirina moral, hêvî, bawerî, wêrekî û fedakariyê hebû. Ya ku Rêberê Gelê Kurd timî kir ev bû, li gel zor û zehmetiyan rastiya Rêbertî afirand ku timî li ser rêya serketinê beziya. Berxwedana azadiyê ya 37 sal in bi lehengî û bênavber bi rê ve diçe, afirand. Fedayîtiyeke bi vî rengî di dîroka Kurdistanê de yekemcar hate afirandin. Berxwedana azadiyê ya bênavbera a 37 salan yekemcar pêk hat. Lewma di bingeha her nirxên demokrasiya li Tirkiyeyê û azadiya Kurdan de hatin afirandin, mohra Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê heye.
Rewşeke bi heman rengî niha hîn bêhtir bi pêş ketiye û xurt bûye. Êrişkariya qirker-faşîst a AKP-MHP’ê rejîma leşkerî-faşîst a 12’ê Îlonê jî li dû xwe hişt. Êrişên navborî ji eciqandina gelê Bakurê Kurdistanê jî wêdetir li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi êrişên dagirkeriyê dewam dike. Di zalimtiyê de ku ti pîvanên exlaqî û hiqûqî nas nake, dîktatoriyên cîhanê jî li pey xwe hiştiye.
Bêguman li dijî vê êrişkariya qirker-faşîst a topyekûn, yê ku hêvî û moralê berxwedanê afirandiye Rêbertiya Şoreşger e. Ji Dihê heta Şemzînanê çalakiyên gerîla her roj derbê li hêzên faşîst-qirker dixin. Botan û Zagrosê dike goora siyaset û zîhniyeta Tirk a faşîst-qirker. Berxwedana gerîla ji vê jî wêdetir derbasî çiya û bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. Çalakiyên gerîla ku li Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn û Xakurkê rojane têne lidarxistin, şoreşger û demokratên li cîhanê, jin û ciwanên li her qadê radike ser piyan.
Bi sala 38’an a Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ya dîrokî re Kurd li her qadê li ser piyan e. Êdî girîngiya jiyana azad, pêwîstiya bi berxwedanê û dayina berdêlan hîn bûye. Bi hêza xwe, Tevgereke Azadiyê û berxwedaneke bêdawî afirandiye. Hebûn û azadiya Kurdan veguherandiye parçeyek ji meşa mirovahiya azad û demokratîkbûna Rojhilata Navîn, dostaniyên gelekî hêja bi dest xistiye, tifaq û têkilî afirandiye. Êdî nepêkane ku Kurd bêne rawestandin û berxwedana azadiyê ya Kurdan a bi lehengî tê meşandin bê têkbirin. Hêvî ji her demê bêhtir mezin e, serketin ji her demê bêhtir nêz e.
Li ser bingeha van hemûyan em Cejna Gerîla ya 15’ê Tebaxê pîroz dikin, ji fermandarên nemir ên meşa lehengiyê ya 37 salan di şexsê Egîd û Zîlan de şehîdên 15’ê Tebaxê Zekî Şengalî, Atakan Mahîr û Egîd Garzan, di şexsê wan de şehîdên me yên leheng bi rêz û minet bi bîr tînin!
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA