EDENE – Li Edenê, polîsên faşîst bi ser malan de girtin û gelek kes destgîr kirin.
Di çarçoveya qaşo lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser 29 navnîşanan de gritin, deriyên malan bi balyozan şikandin û tiştên di malan de belav û talan kirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinên malan de gelek kes hatin revandın û hîna jî li gelek malan lêgerîn berdewam dike.