NAVENDA NÛÇEYAN – 15 Tebaxa îsal ji aliyê gel û ciwanên Kurdistanê bi coş û moral tên pîroz kirin. Gelek cihên welat û derveyê welat bi rojan pêşiya 15’ê Tebaxê pîrozbahiyan dest pê kir.
Îsal jî pêşengtiya van pîrozbahiyan ciwan dikin. Îşev jî Ciwanên Qamişlo û ciwanên Ehdasa girêdayî Şehbayê li qadan bûn.
Şahiya ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin de gelek ciwan û gelên êhdasê tevlî bûn. Şahiya ku bi coş destpê kir de agirê yekem ji destên dayikên şehîdan ve hate vêxistin.
Şahî bi derengiya şevê bi duruşmên “Bijî berxwedana gerîlla” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.
Doh Şev bi heman armancê ciwanên Qamîşlo jî li qadan bûn.
Duh şev li taxa Cudî ya Qamişlo, ciwanên şoreşger 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Pîrozbahîyê bi stran, dîlan û hewayî fîşekan ve heta saetên dereng berdewam kir. Şahiya ku di bin duruşma Werin Cenga Azadiyê de destpê kir siloganên “Bijî Serok Apo” ve dawî bû.