Êşa ku nedihat rakirin, weke brûskan li mejiyê min dida. Hure-hura ba û bahozên zivistanê êş û azar zêde dikirin. Te çidikir lê nikaribû êşa giran ji bîr bikira. Ne muzîk, ne stran, ne ax û wax û ne jî xeyala, êşa birîna germ kêm dikirin. Te digot qey artêşeke hov bi şûr û rimên xwe di canê min de dikirin û diqelaştin… Hure- hura bayê çiyayî û barîna berfa bêdawî, êş û azarên koma birîndaran zêde dikirin. Pir caran ji ber êşê êdî me dest bi kenê bilind dikir. Hevalê Welat jî(yê ku di stuna pişta xwe de birîndar bibû) ji ber êşa xwe ya ku çiya jî nikarin rabikin, bi dengekî bilind, strana derwîşê evdî digot: “Hey lo delal hey lo lo lo delal…” Ev hevok bi hinaseyeke dirêj berdida û axeke xemgîn ji kûrahiya dil û hinavên xwe ve dinaliya û bi kenekî bilind diqedand “Ay ay ya mirdim…”
Ji bo ku xwîn bikaribe di laşê me- yê bêxwîn- de bigere û êş kêm bibe, hindek çente û betanî xistibûn bin lingên me. Wisa jî kêmekî canê birîndaran rihet dibû… Lê vê sibê, hevala Dîlan hat û çenteyê di bin lingê min de derxist û bêyî ku deng bike derket û çû. Min li pey wê bang kir û sedema birina çente jê pirsî. Bersîva wê, ez ji kûrahiya dilê xemgîn de hejandim, brûskên biharê di mejiyê min de vedan, êş, azar û birînî êdî bi bayê rojava re çûn… Êdî cîhan li ber çavên min reş û spî bû. Hemû hîs û hestên ji cîhana derve qut bûn, zagona bîra min ser-binî hev bûn, dûr- dûr çûn… Rêdûr. Ax Rêdûr…
* * *
Di bêdengiya şeveke payîzê de, refek ji 15 kesan, bi hişyartî û muqateyî berbi cîhekî ve diçûn. Her kes di rêza xwe de dimeşiya, ne deng derdixistin, ne jî çavên xwe ji derdorê vediqerandin. Min çi kes nas nedikir, jixwe hîna rojek nebibû ku bi rewşeke awarte em vegohezî vir bibûn. Ev bû 5 saet em di meşê de ne, lê ez bi xwe jî tam nizanim cîhê em çalakiyê li ser dikin kîjane. Di rê de bi hezaran aşop û fikir serlêdana mejiyê min dikirin, bi qasî ji min dihat, bihişyartî dimeşiyam. Lê ew hevalê bejin tîtal û bilind (çendî ku min rûyê wî jî nedîtibû û navê wî nizanibû) baweriyeke mezin dida min. Arbêçiya wî di destên wî de weke demançakê bû. Ew heval pir dirêj û mil fereh bû. Ji ber ku min navê wî nas nedikir, min jê re digot “Hevalê dirêj”, wî jî bi rûkenî bersîva min dida.
Riya me 2 saet bûn, lê ji bo dijmin berî çalakiyê bi êrîşa me nehese, em di riyeke dûr re çûn, da ku em li dora dijmin bizîvirin. Jixwe di meşên wisa de, mirov heya dawiyê di deryayên xeyal û fikara de avjeniyê dike, dixwaze zêdetir nêzî hevalên xwe bike, jê germahî, aramî, hêz, bawerî û dilniyatiyê bigre. Vaye ev hevalê bejn dirêj û simbêl mezin ji min re dihat vê wateyê.
Barana payîzê, erd û gîhayê çiyayan şil û nerm kiribûn, ev yek jî dibû sedema em car- car bişemitin li ser gurzê istrî û guniyan bikevin. Heval him bi hevalê ketiye dikeniyan, him jî dest didanê û radikirin: “Heval ku te çi dîtibe, nîvê wê ya min e…” her kes bêdeng dikeniya. Lê dema hevalê bejn dirêj û simbêl mezin dişemitî, çerqe-reqa dengê guleyên Arbêçiyê (B7) bilind dibûn, hemû hevalan bi hev re digotin: “Heval! Muqate be, deng dernexe”, di heman demê de direviyan û arîkariya wî dikirin.
Em him westiyabûn, him jî birçî bibûn, ji bo wê jî me lez dikir vê çalakiyê li dar bixin; ev demeke ku em li her derê di liv û libatê de ne. Derfeta bêhnvedanê hîna bi destên me neketiye. Ev çalakî jî wê ya dawiyê be; ji ber ku zîncir bi ketina vî girî re dikeve destên me û tiştek di dest dijmin de namîne. Piştî meşeke dirêj û zor, 15 kes, di bin singerên dijmin de, ji bo dest pêkirina lîstikên agir û pola amade bûn. Dil bilez lêdida, xwîdana sar ji laşê westayî diherikî û narincoka pîm-hilkirî ji xwîdana destan zor dihat zeftkirinê… Min çavên xwe gerand bo ku kesekî li nêzî xwe bibînim, bala min kişand ku hevalê bejn dirêj û simbêl mezin li cîhekî dîtire. Nizam! Min dixwast ew di vê rewşê de li gel min be; lê ji ber ku rola me di çalakiyê de cuda bû, cîhê me jî cuda bûn… Ez weke her carê, di deryayên xeyalan de diçûm cîhên dûr û demên borî yên weke xewnan. Lê ew hestdariya biyanî ya ku her tim di rewşên wisa de êrîşî min dike, dîsa serlêdana min kir. Hestekî ji bo himbêzkirina hevalan ez dehf didam, lêgera germahiyeke di van rewşan de ez pê hîs dikim, dihîşt ez ew hevalên bi min re pir-pir nêzî xwe bibînim, germahiya dilê wan di giyana xwe de hîs bikim…. Dengekî bilind ê weke şerqîna brûskan, ez ji avjeniya bêdawî ji nişkav ve veciniqandim û lerizandim. Yekser cîhana bêdeng, tijî dengê teqinî, qîr- wira û zir-zira xwedayê şer hat. Agirê guleyan, cîhana tarî ronî dikirin.
Xwedawendên serbilind û jixwe razî “Karox”, ji ber dengê narincok û guleyan serê xwe zivîrand û li me mêze kir. Awirekî dijwar û tuj avête me, ji ber me ew ji xilmaşbûnê hişyar kir, tengezariya xwe eşkere kir û dîsa jî bibêxemiyeke sar û tevizî berê xwe zivîrand û pişta xwe da me; ji xwe xema me jî ne Karox bû, ne jî awirên Karox bûn. Çawa wî bi bêxemî nîşanî şanoya me ya agir û pola kir, me jî bala xwe neda wî, vê yekê jî di hundirê wî de kîn û kerbek çêkir.
Piştî heyamekê, dengê hevalê bejn dirêj ji pişt min ve hat, qîr dikir digot “ Heval! Xwe bitewînin” û yekser agirê çeka xwe ya volqanî bera singerekî li pêş me ase bûyî da. Qêrînî ji leşker hat û pişt re bêdengiyeke goristanî xwe li ser vîna cîhanê ferz kir, êdî şano bû şanoya lalan. Her tişt bi dawî bû, di heyameke kurt de me du-du cîhê xwe di singerên ku bêhna barud û agir jê dihat de girtibûn. Ez bi tenê di singerekî de bûm. Pêwîstbû heta sibê, em di cîhê xwe de bin, hişyar bin, ji bo hemû û tevgerên tolhildanê yên dijmin amade bin. Di rewşên wisa de, bi tenê mayîn, mirovan tengezar dike. Min dixwast bi tiştekî, yan jî hizrekê ve xwe mijul bikim, lê ev yek li hember min ase bibû… Piştî demekê min dît hevalek nêzî min bû û got:
-“Heval! Ez dikarim di singera te de bimînim?”.
Vê yekê ez pir dilşad kirim, ku min hevalek dît ez pêre hetanî sibehê mijul bibim. Min mêze kir ku hevalê bejin dirêj e. Weke her carê, sohbeta me bi gotinên normal dest pê kir, “Pir sar e”, “Em pir westa bûn”, “Baş bû dijmin zû dev ji berxwedaniyê berda”, “ Rê pir dûr bû” û weke van hevokên jiyana me… Min bi zanabûn bi navekî -hema wisa hate mejiyê min- bangî wî kir: “Hevalê Serdar! Heste li cem te heye?”
“Bibûrîn heval! Navê min ne Serdar e! Ez Rêdûr im”.
Ji xwe meqseda min jî ev bû û ez gihîştim mirazê xwe: “Serçava hevalê Rêdûr! Îro riya me gelekî dûrbû…”. keniya û bi germahî dest bi axaftina hetanî sibehê kir. Lê ez nizanim çawa mijara me çû ser helbest û romanan; ji min re got ku niha ew romanekê dinivisîne, min jî soz da ku romana wî bixwînim û nêrîna xwe li ser bidim… Serma, zikê birçî, westabûn, tirs û mijara romanan çi yê hev in?!
Sibeh bû, ez bi aliyekî ve çûm, ew jî bi aliyekî dîtir ve çû. Êdî di navbera me de gelek çiya, newal, daristan û çem hebûn. Tenê min dizanibû ew li cîhekî dûr e; lê min dixwast wî dîsa bibînim, romana wî bixwînim. Ew çend saetên ku me bi hev re di singer de derbas kirî, bibû demara pêwendiyeke hevaltiyê ya herî germ û bihêz. Ku kîjan heval bi rexê wan ve diçû, min jê re silav rêdikirin, wî jî di vê yekê de qisur nedikir, lê ne min ew dît, ne jî wî. Her diçû hevaltiya me ya giyanî germ û mezin dibû; ew mesafeya di navbera me de jî çi bandor li ser me nedikir; ez her tim li benda romana wî bûm.
Yekser li cem wan dîsa xwedayê şer daholên xwe lêdan. Yekîneyên me jî derbasî rexê wan bûn da arîkariya wan bikin, dema ez bi yekîneya xwe re berbi wan diçûm, min hêviya dîtina wî dikir. Lê min ew nedît, ew li girekî bû, ez jî li girekî dîtir bûm. Min dixwast biçim wî bibînim, lê di rê de guleyeke neyar riya min birî, bixwe re jî gelek hêvî birîn. Êdî derfeta dîtina wî û xwendina romana wî bû weke xewnek e. Hevala ez veguheztim nexwaşxaneyê, ew jî çû çalakiyeke li ser xwedawendê pozbilind û jixwe razî “Karox”, jixwe Karoxê dilbikîn jî, ji rêdûr bêzar bû, jê re dehf û xefik vedidan. Lewra jî ez li ser wî pir dihizîrîm
Da vê sibê hevala Dîlan ew bersîva da min, êdî werîsê hêviya dîtina rêdûrê -rêdûr bêveger çû, bi bayê rojava re koçkir… guleyeke neyar canê rêdûrê bejn dirêj û simbêl mezin derbaskiriye, xwîna wî ya germ û pak, di hundirê wî de diherike, diherike û çavên rêdûrê rêdûr hêdî- hêdî ji ronahiya cîhana spî û sar digere û giyana pak ji laşê wî yê kovan û xwîndar azad dibe… Lê wî soz dabû min ku romana xwe bide min da ku ez bixwînim…
Lê min ta niha nizanibû ew çenteyê di bin lingên min de ya Rêdurê bejin dirêj û simbêl mezin bû. Piştî ku hevala dîlan çû, ez pê hesiyam ku ew çenteyê rêdûr bû. Çendî min li pey hevala Dîlan bang kir, lê wê nebihîst û çente bire cîhekî dûr-dûr. Ez jî bi dilekî xembar û kovan dûrî merqeda rêdûrê xwe bûm. Ji wê rojê û vir ve, lêgera romana wî neqediyaye lê hîna jî- çendî ku ev bû evqas sal jî- ew romana wî hîna min nedîtiye. Bejna wî ya dirêj, simbêlên wî yên mezin û şemitandina wî ya li ser gîhayê şil û şemitokî her tim tê bîra min. Nedîtina wî ji min re bû hesreteke ku hetanî hinaseya min a dawiyê dê di dilê min ê xemgîn de hebe. Dîsa jî dibêjin: “Heval! Çima tu xemgîn î?”… Lê ku we jî şevekê hevaltî bi rêdûrekî bejn dirêj û rûken re kir û piştî wê êdî nema hun wî bibînin, hunê baş bizanibin ka çima ez xemgîn im, çima ez nakenim, çima lêgera romana wî ji min re bûye armancekî pîroz û dûr… Lê dîtina rêdûr êdî dê weke hesreteke biêş û xemgîn di amraza pênûsa min re jî derbikeve cîhana bêbext û sar.
EZÎZÊ MIN
Hoy heval
Tu bûyî evîna dilê xemgîn
Ka rabe jixewê
Xewa şêrîn
Xew dijmin e heval…
Serî rake heval ji ser balîfa sar.
Ka rabe …
Li benda te ne
Hogir û ezîz
Dildarên te pir in
Li benda te ne
Li vir
Li ser kevana rê
Di bin darên pelweşiyayî
Li ser kaniya miçiqî li benda te ne
Ewrên payîza sar
Dimeşin… diçin
Welatên dûr, dûr
Tu jî bûye
Tekê refê qulingên Koçber
Diçî û venagerî
Hoy heval!
Em li benda te ne
Ka rabe ji xewa şêrîn
Riya me dûr e heval,
Rêwiyê riya dûr…