Paşeroj çekek bihêz e kû dikare hemî warîde were destnîşankirin,nirxandin û bikar anîn.Ew çeka bîranînê ye.Ew ji bo bîranîna,ji bo demên jiyanê ê
herî zaf çekek girîng e.Ev çek çawa tê bikaranîn, ev girêdayê jêhatbûn û hişmendîya destê kû wê digre ,girêdayê wê ye.Bi vê çeka paşerojê,serkeftinên mezin jî tê destxistin,wate û ders tê girtin,bi vê xwekuştin jî çêdibe. Hîn kes xwekujî,ango xiyanetê koletîyê tercîh dikin.Hîn kes jî serkeftinê û mezinbûnê tercîh dikin. Tevî ku 37 sal di ser re derbas bûne, gelê Kurd serkeftin û mezinbûnê tercîh kiriye, ev yek di her kêliyê de bi dijwarkirina hemû kevneperestî û jibîrkirinê, ku bûye sebebê serketin û gotinên tolhildanê û dilsoziya bi şehîdan re, her ku diçe zêde dibe , serhişkî, bawerî, vîn û hêzê teşwîq dike.Em wê ji pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ku çavkaniya qanûnê ye, wekî “Roja Vejînê” fam dikin.Yanî Gelê Kûrd vê çekê bi heqîyê bikar tîne. Ew vê çeka bihêz a kû xwedîyê wê ye ,dizane bikar bîne. Bi vê çekê guleya yekem diavêje.Bi vî awayî,têkoşîna bênavber ya hebûnê heya roja îro didome.Çirûska yekem di çavên Egîd de dibiriqe. Pêngava 15`ê Tebaxê a bi Rûmet,di bin fermandariya ,fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) de,serkeftina kû ,di demek kin de bi plankirin û amadekirina hemwext li qereqol û saziyên fermî yên dewletê,li navçeya Erûh a Sêrtê,Şemzînan a Colemergê hate destxistin,Ev serkeftin ,vîn û xwerêveberiya gelê Kûrd û ragihandina HRK(Artêşa Rizgariya Kûrdistanê) ye.Di vê çalakiyê de,bi birûska di çavên Fermandar Egîd de, tarîtîya a kû ji hêla mêjîyên mêtingeran ve hatiye afirandin,ji nişka ve bi ronahîyê ve hate şuştin.Ev lehiya ronahîyê,kû dijmin nikaribû bi ti hêzî pêşî bigire,herî kolanên dûr ê Kûrdistanê bi lezeke mezin ronî kir.Bi vê gûleya yekem,kefenê kû wan dixwest li gelê Kûrd bikin, hate perçe perçe kirin, ev qeder û tarîtî berovajî bû.Ew tişta yekemîn e kû nayê ji bîrkirin.Ev gûleya yekem e kû ,ji koletîya hûndir û derve ,ji xiyanetê re, mêtingeriyê re hatiye lêxistin.Vejîn bixwe ji bo hebûnê avîtina gavek bi wêrek e.Derîyê jiyanek bi rûmet e. Pêngava 15`ê Tebaxê,kû em 37 `emîn salvegera wê pîroz dikin, paşeroja bi rûmet a gelê Kûrd e.Ew, ji dîroka kû dixwezin tarî bikin re serkeftina ronahîya kû hatiye belge kirin e. Ew pêlîstokên pêbawer, bêkêmasî yên li perava behrê ne. Serkeftina 15`ê Tebaxê,rûyê biken,çeka bihêz a gelê Kûrd e.Gelê Kûrd bi pêşengiya PKK`ê de bikaranîna a herî zêde bi bandor ya vê çekê, Mîrateya şehîdan dizanî, bi hişmendiya erka pîroz ev çek bi awayê herî bi bandor pêk anî.Ji bo kû Pêngava 15`ê Tebaxê xelaka yekem a kevneşopîya lehengiyê ye, ew ne bîranînek paşerojê ye,ew bîranînek bi heybet e. Pêvajoya kû heya serkeftina 15`ê Tebaxê ,pêvajoyek ,kû îdeolojî û felsefeya PKK`ê hate îspat kirin, zimanek hate afirandin.Ev ziman ,bi Pêngava 15`ê Tebaxê , bêdengiya demên dirêj şikand û bi xwebawerî dest bi axaftinê kir.Serkeftina 15`ê Tebaxê,afirînêrê peyva yekem e.Peyva me ya yekem; SERKEFTIN! Ev serkeftina me ya pîroz û mezin ,roja me ya vejîna neteweyî, di serî de li Rêber Apo ,li hemû rêhevalan,hêzên gerîla ,gelê meyê welatparêz û mirovahiya demokratîk pîroz be!