NAVENDA NÛÇEYAN – 15 Tebaxa îsal ji aliyê gel û ciwanên Kurdistanê bi coş û moral tên pîroz kirin. Gelek cihên welat û derveyê welat bi rojan pêşiya 15’ê Tebaxê pîrozbahiyan dest pê kir.
Îsal jî pêşengtiya van pîrozbahiyan ciwan dikin. Îşev jî Ciwanên Heleb û ciwanên Dirbesiyê li qadan bûn.
Heleb
Şahiya ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin de gelek ciwan û gelên Helebê tevlî bûn.
Meşê li pêşiya Navenda Ciwanan dest pê kir û heta dewareya Serok ya li Cibanetê berdewam kir. Li ser navê ciwanan Maye Weqas daxuyanî xwend. Maye Weqas diyar kir ku ewên bi ruhê 15’ê Tebaxê têbikoşin û bi ciwantî ser bikevin.
Şahî bi derengiya şevê bi duruşmên “Bijî berxwedana gerîlla” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.
Dirbesiyê
Doh Şev bi heman armancê ciwanên Dirbesiyê jî li qadan bûn.
Duh şev li pêşiya Navenda Ciwanan ya Dirbesiyê, ciwanên şoreşger 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Pîrozbahîyê bi stran, dîlan û hewayî fîşekan ve heta saetên dereng berdewam kir. Şahiya ku di bin duruşma Werin Cenga Azadiyê de destpê kir siloganên “Bijî Serok Apo” ve dawî bû.