MINBIC – Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi wesîleya salvegera 5’emîn a rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Meş bi diruşma “Bi berxwedana biratiya gelan em ê teror û dagirkeriyê têk bibin” hate lidarxistin.
Meş ji çerxerêya Meyzan a li aliyê rojavayê bajêr heta stada Beledî ya naverasta bajar dewam kir. Ciwanan alên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedanê berz kirin.
Ciwanan li stada Beledî deqeyeke rêz girtin, paşê hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ednan Xelîfe daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de salvegera rizgarkirina Minbicê hate pîrozkirin û hate gotin: “Em li vir in vê bîranîna birûmet a ku wateyên serbilindî, têkoşîn, dilsozî û welatpazêrî di nav xwe de digire bi bîr tînin. Ev roj mînakeka îsrara li ser parastina rûmeta neteweyî ye, her wih dersek di parastina xaka neteweyî de bi xebat û zanistê dide. Em li vir in d ku ji cîhanê re îsbat bikin ku em dikarin destekftiyên aştiyê biparêzin.”
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de “soza şopandina xeta şehîdan û parastina mîrateya wan heta avakirina Sûriyeke pirrengî ya nenavendî” da.