KOBANÎ – Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd a Kobanê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz irin.
Beriya şahîd dest pê bike deqeyeke rêz hate girtin. Piştre cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê bi xêrhatina beşdaran kir, salvegera pêngavê li gelê Kurd, rêber Ocalan, malbatên şehîdan û gerîlayên azadiyê pîroz kir.
Ferhan Kobanê got: “Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê, dewleta Tirk bawer dikir ku dê karibe gelê Kurd qir bike, lê berxwedana fermandar Egîd li çiyayê Kurdistanê û teqandina fîşeka yekemîn îsbat kir ku gelê Kurd dikare li hemberî faşîzma dewleta Tirk bisekine. Berxwedana bi rihê Pêngava 15’ê Tebaxê berdewam dike.”
Kobanê her wiha diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê deriyê têkoşîneke nû ji bo gelê Kurd vekir, kurdan dan ser şopa têkoşînê û gelek serkeftin bi dest xistin.
Ferhan Kobanê bi domdarî got: “Dewleta Tirk bi çekên giran êrişî gerîla dike, gerîla li hemberî êrişên wê li ber xwe dide û dê serkeftin para wê be. Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê bi rihê berxwedana gerîlayan a 15’ê Tebaxê bû, ev yek berhemên fikirê rêber APO ye.”‘
Ferhan Kobanê bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullha Ocalan têkoşîna li hemberî faşîzma dewleta Tirk û şerê wê yê taybet xurt bike.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xunav Xelîl jî got: “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd li tevahî Kurdistanê roja vejînê ye. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re ya ku bi pêşengtiya fermandar Egîd dest pê kir gelê Kurd gelek serkeftin pêk anîn.”
Xunav Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide vîna gelê Kurd bişkîne û bi êrişên xwe yên li ser gerîla dixwaze Pêngava 15’ê Tebaxê îmha bike, her wiha bi şerê taybet êrişî ciwanan dike ku wan ji xeta şoreşê dûr bixe.
Xunav Xelîl di dawiya axaftina xwe soza domadina xeta têkoşînê da û bang li jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û serxistina projeya neteweya demorkatîk têkoşînê geş bikin û got: “Dijmin çiqasî êrişên xwe li ser gelê Kurd zêde bide, gelê Kurd ê li ber xwe bidin û dê serkeftin para wê be.”
Piştî axaftinan hunermend Dilyar, Koma Botan a navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê û hunermend Danîş Botan stran gotin.
Di dawiyê de ciwanên şoreşger li qada Şehîd Egîd meşeke bi meşalayan li dar xist.
DIRBÊSIYÊ – ZIRGANÊŞahî bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û leşkerî li qada geracê ya bajarê Dirbêsiyê li dar ket.
Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, bi navê PYD`ê Mihemed Xelef got, 15`ê Tebaxa 1984`an fermandar Egîd bi komeke hevalên xwe li dijî duyemîn dewleta di NATO`yê de ku ew jî dewleta Tirk a dagirker e dest bi şerê çekdarî kir.
Xelef destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ê li parçeyên Kurdistanê roja xilasiya ji zilmê ye û got: “Fîşekên ku di 15`ê Tebaxê de hatin teqandin parçeyên Kurdistanê ya dagirkirî ku ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hatiye dabeşkirin kir yek. 15`ê Tebaxê roja rizgarkirina hebûna Kurd e, roja yekitiya gelan û roja vejînê ye.”
Bi navê Kongreya Star endama kongreyê Ebîr Hesen axivî û Pêngava 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û hemû gelê Kurd pîroz kir.
Ebîr Hesen da zanîn ku bi damezrandina Rêveberiya Xweser a û avakirina hêzên leşkerî reew îro berhemên roja 15`ê Tebaxê didin hev.
Ebîr Hesen ev li gotina xwe zêde kir: “Ji bo gelê Kurd roja 15`ê Tebaxê destpêka xeta têkoşîn û berxwedanê ye, tu kes nikare dawî li vê têkoşînê bîne, isbata vê yekê jî ev 3 meh in ku gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî çekên herî pêşketî li ber xwe dide.”
Ebîr Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: “Em di tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em ê şopdarên xeta têkoşîn û berxwedana bin ku roja 15`ê Tebaxê ji hemû jinên Kurd û jinên cîhanê re xêz kiriye.”
Şahî bi stranên Koma Zîlan ên şoreşgerî û follklorî û gerandina govendan bi dawî bû.
EFRÎN – Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed salvegera 15’ê Tebaxê li tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd bi taybet pîroz kir.
Newroz Ehmed got, ev pêngav ji hemû binpêkirinên ne mirovî yên li dijî gelên bindest bû bersiv û wiha domand: “Bi riha 15’ê Tebaxê û berxwedana şêniyên Efrînê, dê Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bibin û şêniyên resen vegerên warê xwe.”
Piştre tîma futbolê ya Meclisa Kantona Efrînê xeleta yekemîn û Tîma Malbatên Şehîdan xeleta duyemîn wergirtin. Her du tîman di maça duh de lîstin, tîma Meclisa Kantona Efrînê bi 5 nuqteyan li beramberî 3 bi ser ket.
Şahî bi stranan û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
DÊRÎK – Şahî li qada Navenda Şehîd Bawer a Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li bajarê Dêrikê hate lidarxistin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê PYD’ê yê Dêrikê Mutî Elî axaftina xwe bi gotina rêber Abdullah Ocalan dest pê kir: “Heke jiyaneke hebe bila azad be yan jî bila tune be çer ku tê de azadî tune ye.”
Mutî Elî da zanîn ku beriya 37’an têkoşer Mahsûm Korkmaz guleya yekemîn li dijî leşkerên dagirkeriya Tirk avêt û wiha domand: “Ew gule li dijî destpot û dagirkerên ku digotin me gelê Kurd tune kiriye û dê nikarin li ber xwe bidin, hat avêtin, guleya ku Mahsûm Korkmaz li dijî dagirkeriya Tirk avêtiye berdewama berxwedana Mezlûm Dogan û hevrêyên wî û berdewama xeta têkoşîna Kawayê Hesinkar e.”
Elî anî ziman ku ev berxwedana qehremane ya ku çirûskên wê beriya 37 salan dest pê kiriye hîna berdewam dike û ev tişt got: “Digel xeteriyên heyî û gefên li dijî hebûna gelê Kurd şanseke mezin a serkeftinê heye. Ji lew re pêdiviya gelê Kurd ji her demê bêhtir bi yekitiyê heye, da ku li hember xeteriyan bisekine.”
Piştî axaftinê, koma Alanya û koma Şehîd Cûdî gelek stranên şoreşgerî gotin, dûvre koma Şehîdên Qere Çoxê dîlan gerand.
Şêniyan li ber stranan xelekên govendê gerandin.
HESEKÊ – Pîrozbahî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li Parka Xabûr a li taxa Til Hecer hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ehmed axivî û wiha got: “Pêngava 15’ê Tebaxê piranî gel ji zilmê ber bi ronahiyê ve birin. Her wiha gelên Kurdistanê ku bawer kir ku PKK’ê ji bo wan ji bindestiyê rizgar bike hat avakirin.”
Pîrozbahî bi geranina xelekên govendê bi dawî bû.