QAMIŞLO – Bi wesîleya salvgera 37’an Pêngava 15`ê Tebaxê li bajarê Qamişlo şahiyek hat li dar xistin. Şahî li stada Heysem Kiço bi beşdariya bi dehan welatiyan, di nav de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û endamên Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê li dar ket.
Qada stadê bi alên TCŞ, YJC, YPJ, YPG û PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hate xemilandin.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Partiya Yekitiya Demorkatîk ( PYD) Seîd Hesen Pêngava 15`ê Tebaxê li gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî û roja vejîna berxwedanê li dijî siyasetên dijmin e.”
Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê re gelê Kurd şiyar kir û wiha pê de çû: “PKK`ê li ser bingeha rihê şehîd Hakî Karer û berxwedana zindana Amed hate damezrandin. Berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê qeyd û bendên zilmê şikandin.”
Hesen destnîşan kir ku 15`ê Tebaxê ji bo Kurdan roja hêvî, hêza fikirî û leşkerî ye, her wiha roja azadiya jinan e û got: “Piştî fîşeka 15`ê Tebaxê gelê Kurd li dijî dijmin û desthilata kapîtalîst careke din serî hilda.”
Seîd Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: “Faşîsta Tirk îdia dikir ku berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê dê di 73 saetan de têk biçe, lê îro ew saet veguherî 37 salên ji serkeftinan. Şoreşa Rojava berdewamiya berxwedana 15`ê Tebaxê ye.”
Şahî bi stranên Koma Botan û gerandina govendan bi dawî bû.