NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî û di beşa duyemîn a hevpeyvînê de li ser rewşa dawî ya şerê navbera dewleta Tirk û hêzên gerîla agahî parve kir.
JI DIJMIN HEBÛ KU WÊ KARIBE BI TEKNOLOJIYÊ Û ÎSTÎXBARATÊ BI HER AWAYÎ ENCAMÊ WERBIGIRE
Karayilan bal kişand ser van xusûsan:
“Di salvegera 37’emîn a 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê de têkoşîna me bi taybetî şerê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di qonaxeke nû de bilind dibe. Ev qonax pir girîng e. Bêguman ev li ser hîmê fedakarî û lehengiya şehîdên me û bi keda Rêber Apo pêk tê, bi fedakariya gelê me pêk tê. Her tiştên me bi fedakarî û lehengiya şehîdên me ava bûye. Îro li Kurdistanê astek heye. Niha bi esasî di şerê dijî me de dagirkeriya Tirkiyeyê ev 6 salên dawî xwest bi teknolojiyê encamê bigire. Teknolojî jî ji gladyoya NATO’yê girt. Wisa xwest di çarçoveya komploya navneteweyî de piştgiriya hêzên biyanî bigire û biçe encamê. Lê belê encameke wisa xuya negirt. Negihişt armanca xwe. Ji ber vê yekê di sala 2021’ê de xwest yekser Herêmên Parastinê yên Medyayê bike hedef. Ew dibêjin ‘Navenda tevgerê li wir e, em ê li wir navendê tasfiye bikin’. Ji bo vê destpêka salê hatin Iraqê çûn Hewlêrê, hêzên li van deran amade kirin, kirin piştevan. Ji xwe xuya ye hêzên komployê yên kevn li piştê ne. Wisa xwestin salê bi êrişêke surprîz dest pê bikin. Di 10’ê Sibatê de êrişa li ser Garê di vê çarçoveyê de bû.
Wan xwestin di navenda gerîla de encamekê bigirin, xwe li Garê bi cih bikin. Wisa avantajê bi destê xwe bixin. Lê belê bi ser neket, têk çû. Bi saya fedakariya fermandar Şoreş Beytuşebap û hevalên pê re ev êrişa dijmin berevajî bû. Lê wan konsepta xwe bêguman dewam kirin. Piştî wê me dît di 23’ê Nîsanê de êriş birin ser Avaşîn, Zap û Metîna. Bi esasî xeta Qaşûrî em dibêjin, beriya Metîna yanî. Ji wê re dibêjin Berwariya Bala. Êrişên li ser van deveran bi berfirehî kirin. Wana dihesiband ku di demeke kurt de herî zêde di 10 rojan de hemû deveran bigire. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê beriya wê li hinek deveran encam girtibû û dihesiband wê li wê derê jî bi teknolojî, alîkariya hêzên komploger, ji xwe alîkariya PDK’ê jî heye, wê zû biçin encamê. Lê belê bi wan bi ser neket. Vaye niha 112 roj in şer dewam dike. Hîna Avaşîn negirtine. Zap ji xwe li du xetan bi pêş ve hatin, li wir hatin sekinandin.
Car dî hîn li ser xeta Berwariyê Bala hakimiyeta xwe çênekirine. Bi kurtasî rewşeke cidî niha heye. Ev ji bo me pir girîng e. Bi esasî ne tenê ji bo me, ji bo hemû hêzên niha dixwazin li hemberî hêzên hegemonîk tevbigerin girîngiya xwe heye. Teknolojiya serdemê bi xwe re derfetên îstîxbaratê jî xurt kiriye û wana dihesibînin ku bi îstîxbaratê, bi teknolojîk wê her encamê bigirin. Lê belê em jî demeke li ser vê pir berfirehî radiwestin. Em gerîlayekî çawa bi pêş bixin ku em karibin vê îstîxbaratê û teknîkê pûç bikin û encamê bigirin. Em li ser vê niha pir radiwestin. Bi taybetî di çarçoveya projeya jinûve avakirinê de ev çar salên dawî hema em her li ser vê radiwestin û kûrahiyê çêdikin. Di vê xusûsê de gerîlatiyeke nû tê pêşxistin. Me fêhm kir ku ev gerîlayê bi formatê Çîn, Vîetnam û dûre ARGK’ê meşandî divê êdî bi dawî bibe, gerîlayekî nû yê serdemê çêbibe. Ev gerîla, şêwazê xwe yê şer, şêwazê xwe yê tevgerê, şêwazê xwe yê cih û wargirtinê, taktîk perspektîfê xwe divê cuda be, nû be. Ev niha li Kurdistanê hêdî hêdî tê pêşxistin. Li ser vê rawestandin heye. Rêber Apo berê hinek hevok gotibû. Mesela, yek; teknîka herî bilind însan e. Mirov hunera mirovan bi pêş bixîne dikare teknîkê pûç bike. Ya dî; 24 saet gerîla. Mirov her tim gerîla be, her tim ji her rewşê re amade be. Li ser van hîman kûraniyek hate çêkirin.
LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ GERÎLA DIKARE XWE BIPARÊZE
Dibe ku hevalên me jî gelê me jî meraq dikin, çi heye li Avaşînê, çawa şer dibe. Her roj dijmin kîmyasalê bi kar tîne, heval çawa li ber disekine? Dibe ku hinek kes bawer jî nake. Ji bo bersivê bidin van hemû tiştan em ê li ser xerîteyê jî hinek raber bikin. Ji ber ku bi rastî îro tiştê niha pêk tê pir pir girîng e. Beriya her tiştî gerîlayekî nû, em jê re dibêjin gerîlayên modernîteya demokratîk. Ev gerîla li ser hîmê pisporî tevdigere. Branş esas digire, şerê tîm dike. Ango tîm dendikê esasî ye. Ku bê xwestin gelek tîm bi hev re bi koordîne, bi hemahengî dikare bi ser hedefekê de biçin. Lê belê ne li kêleka hev ku bibe yek. Her tim tîm divê esas be, yek tîm. Dikare bi tîmên din re bi hemahengî tevbigere, koordîne bike. Yanî yek; şêwazê tîm. Eraziyê bi firehî û kûrahî bi kar bîne. Du; bi şêwazê binerd, bi tunelê. Bi taktîkên tunelan. Di hundirê tunel de jî bi pisporî xweparastin û şer. Sê; gel. Bi berxwedana gel, beşdariya gel, parastina cewherî ya gel. Bi vana, bi van her sê tiştan mirov dikare teknîka serdemê li valahiyê bixin, pûç bikin. Yanî girseya gel, şêwazê binerd û gerîlayê tîm. Bi vî şêwazî em tevdigerin û ji serê salê û vir ve gelek encamên xwe hene.
Par li Heftanînê şerê tîm tenê hate meşandin, lê bes ew li gorî perspektîfê me yê parastina eraziyê li ser yek lingî bû. Yanî lingê tunel tune bû. Amadekarî tune bû û ew pêk nehat. Aniha ji Garê û vir ve, ku Garê ji bo wê destpêkek girîng bû, taktîk perspektîfa me bi temamî kete meriyetê. Piştî wê jî niha li Zagros û Metîna di meriyetê de ye. Va tarzî, ger ku niha Rojava jî bi kar bîne, wê dijmin têk biçe. Yanî weke Serêkaniyê nabe. Eger ev rêbaz rast bê meşandin, şerê gelê şoreşgerî, perspektîfa xwe ya giştî wisa ye, yanî gel jî tiştê li ser dikeve bike û bi rêbaza tîm bê meşandin, şerê tunel bê meşandin ti kesek nikare bigire. Çekekî wan ku karibe bandorê bike jî nîne. Niha hinek dibêje, çawa hûn dibêjin kîmyasalê bi kar tîne, lê bes heval hîn jî şer dikin? Ne hewce ye ez li vir bibêjim, rêbazên ku mirov kîmyasalê jî bêencam bihêlin heye. Amûrên wisa hene, terzê xwe hene. Nabe ez van terzan li vir bibêjim. Hevalên me qet ji ber kîmyasalê şehîd neketine? Belê şehîd ketine, bi qasî ez zanim heta niha zêdeyî deh heval şehîd bûne, bi giştî. Lê belê êdî heval zanin ku çawa xwe li hemberî kîmyasalê biparêzin. Rêbaz, amûran bi kar tînin.
Li eraziyê bi çi taktîkî tevbigerin, çawa tevbigerin zanin ku ji bo balafirê keşfê bêencam bihêlin. Divê gerîlayekî veşartî be, veşartîbûna xwe kûr be. Kamûflajê xwe zirav be, rengê erdê be. Dîsîplîna xwe xurt be. Gerîlayekî weke xeyalet ne xuya be. Dema lê binere, neyê dîtin. Lê kengî xwest, derkeve û derbê mezin li dijmin bixe. Ne ku dijmin bibîne, ew kengî bixwaze li dijmin bixîne. Em dixwazin niha gerîlayekî wisa biafirînin li ser erdê. Ev niha bi pêş ketiye û bi pêş dikeve. Dibe ku hinek kêmasiyên xwe hene, ez nabêjim çar çar e, kêmasiyên xwe hene, li ser tê rawestandin, lê belê vaye niha sê meh û nîv derbas bûye êdî pêk tê. Bi kêmahî jî be encam jê derdikeve holê. Bêguman divê hem hîn zêde li ser kêmasiyên wê rawestin, lê belê ev şêwaz derkete holê ku ev şêwaz dikare teknîka serdemê têk bibe. Li hemberî wê tu karibe li ber xwe bide û bibe îrade.
DIJMIN LI HERÊMÊ BÊÇARE YE
Berê dagirkeriya Tirkiyeyê digot ‘ez herim kî derê ez ê bigirim’. Çima? ‘Teknîka min heye, teknîka serdemê hemû di destê min de ye’. NATO’yê hemû teknîk jê re pêşkêş kiriye. Lê niha eşkere bû ku ne wisa ye. Yanî şêwazê ku îro li Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê gerîla dimeşîne ne wisa ye. Niha mesela du hefteyên bihurî li Dersimê du çalakî li ser hev bûn. Li Şaxê bû, li Botanê bû, li her derê dibe. Yanî li bakur jî ev şêwazê tîmê pispor veşartî ku îstîxbaratê pûç dike, teknîkê pûç dike serketî ye. Em dixwazin li ser vî hîmî gerîlayê nû, gerîlayê sedsalê bikin hêza serketinê. Ev encama pir girîng e. Bi taybetî îro şêwazê tê meşandin di vê çarçoveyê de encamên pir girîng derxistine holê. Ev ji bo me jî ji bo hêzên cîhanî yên ku bindest, ji bo her kesî weke modeleke, çarçoveyeke. Ji bo wê em pir girîng dibînin.
Ez vê jî bêjim. Min di salvegera 36’emîn de bi wesîleya pîrozbahiyek fermî me wisa got. Me got, ‘me dijmin li Heftanînê gêj kir, eger ku were Zapê em ê wî binerd bikin’. Niha jî ez heman tiştî dibêjim. Ev ne gotineke ji rêzê ye, ne jî propagandayeke basît e. Destê me di bin ber de ye. Hatin ber deriyê Zapê, dijmin dixwaze dagir bike. Îdîa me jî ev e. Hîn bi pêş ve bê em ê wî têk bibin, hîn zêdetir têk bibin. Ew niha têk çûye, lê belê eger ew hîn were wê binax bibe. Ev wisa ye. Em bi saya şehîdên qehreman, wan hevalên fedayî yên hêja de vê dikarin bi hêsanî bibêjin ku di vê mijarê de gotinê hatiye gotin dikeve meriyetê, wê hîn jî bikevin meriyetê.
VEGOTINA ŞERÊ LI AVAŞÎN, ZAP Û METÎNAYÊ LI SER XERÎTEYÊ
Niha em dikarin li ser xerîteyê jî nîşan bidin. Li ser ekranê dixuye Avaşîn e. Ango Avaşîn ji vir de wisa diçe heta sînorê Bakur. Ev cihên sor cihên ku dijmin berê girtî ne. Cih û warê artêşa Tirk in. Ev ê bi rengê porteqal cihên ku dagirkeriya Tirkiyeyê nû hatine. Lê belê li van cihan şer heye. Ev rengê portaqal jî ev hêzên ku di demên operasyonê de hatine. Yê zer jî cihê gerîla ne. Yanî deverên ku hîn niha jî di bin kontrola gerîla de ne, ku dijmin hînê neketiye. Ev xeta zer, van deveran wisa hemû herêmên gerîla ne. Îcarê ev der Şeladizê ye, li vir hêzên hikumeta herêmê, PDK’ê hene, li Balinda. Ew cihê ku dihate gotin Rençpirak ev e. Çemço vir e. Bi kurtasî xerîte bi giştî bi vî rengî ye. Heta niha dagirkeriya Tirkiyeyê ku der girtiye? Şûke girtiye û wisa hatiye Girê Ekîn, wisa xetek çêkiriye. Bi esasî Mervanos, Banista û Mêzê. Wisa weke sêkuçik xwe bi cih kiriye dijmin. Ev der jî Mamreşo ye, ji aliyê Şemzînanê ve ji vir ve ji Boxaza Girana ji xwe ji hewayê jî hatine, lê navber jî çêkirin. Di wir de rê tînin. Vir Mamreşo ye. Niha artêşa Tirkiyeyê ev der, Mamreşo girt û Banista û Mêzê girt. Armancê wan ev bû ku ev hêza li Mamreşo û yê Banista bigihêje hev. Ji bo vê dorpêç bike, van hêzên me yên li van deveran hemûyan. Armanca wan wisa bû. Neçûne ser wî, hîn jî neçûne. Hinek cih hene, niha ez ê wê bibêjim. Di vir de xwe berdan xwar, li ser Avaşîn. Em jê re dibêjin Dola Konferansê û Dola Mara. Di vê xetê de xwe berda ser avê, çil rojî di vir de şer çêbû. Tam çil rojî. Li van deran windahiyên wan pir zêde bû. Ji ber vê piştre xwe jinûve kişandin, leşkerên ji vir kişiya hate Mêzê, yê li vê derê jî kişiya hate Banista. Bi vê hinek heval şa bûn, gotin belkî şikest. Lê belê nikarîbû bigirta ji bo xwe xetere dît, paşve kişiya. Yanî ew dorpêça dixwest çêbike nikarîbû, bi ser nexist. Niha navber vekiriye, li derdora Avaşînê çûn û hatin heye. Wan nikarîbûn hêza Mamreşo û ya li Banista bigihanda hev. Nikarîbûn vê navberê bigirin. Lê belê li şûna wê ji Banista û Mervanos xwe bera dan hatin Tabûra Ereban ku cihekî dûz e. Xwe ji vir berdan, li vê xetê kîlîse heye jêr Tabûra Ereban. Li qonara Werxelê. Hatin êrişî wir kirin. Li wir wan dihesiband ku tunela biryargeha Avaşîn li wir e, nexweşxane li wir e, yanî li vê derê ne tunelek, çend tunel hene. Xwest wir bigire û eger wir bigire dorpêça xwe temam bike. Di vê xetê re temam bike. Kete vê hewldanê. Ev êrişa li vê derê di 7’ê Hezîranê de dest pê kir. Niha ji 7’ê Hezîranê û vir ve dewleta Tirk hewl dide ku ev tunelên quntara Werxelê bigire. Niha şer li ser wê ye. Yek li wir e. Yek jî di heman demê de êriş bir ser Girê Sor. Girê Sor ku der e? Ha Girê Sor vir e. Sînor e, yanî sînorê Bakur û Başûr ev e. Ev xeta sînor e. Yanî Girê Sor û sînor nêzî hev e, bi 500 metreyî nêzî hev e. Li ser Girê Sor girê wan ê leşkerî heye. Leylek heye. Vê derê weke sînor dibe nîv daîre, sînor ji vê derê tê. Ev der Govendê ye, leşkerê wan lê heye. Vê derê axa Başûr e ew der girtine, jê re dibêjin Tepê Xwedê. Heval wisa jê re dibêjin. Bi kurtasî li sê aliyên Avaşînê berê dijmin lê heye. Lê belê nikare bikeve navenda wê. Niha hewl dide navendê jî bigire, wisa xetekê çêbike. Niha şer di vê çarçoveyê de dimeşe. Li vir Girê Silêman heye, wir girtiye. Li wê derê hinekî şer qewimî, lê girt. Heval jê kişiyan. Niha li derdora Girê Sor heye, lê belê li Girê Sor heval hene. Zêdeyî du meh in bi Girê Sor re di şer de ye û di Werxelê de di şer de ye. Yanî li Werxel û Girê Sor weke şerê tunelê berxwedaneke mezin lê heye. Îcarê li eraziyê jî dem bi dem ji xwe heval di çalakiyan de tînin ziman, mesela niha li vir Mamreşo heval jî tê de hene. Wana jor girtiye, heval li kêleka wan e. Jê şûnde heval li Tepê Qertal ku tepeyekî girîng e, girê Qertal li wir hene. Xeta dî, Stûnê li wê xetê em jê re dibêjin Dola Nodî heta wê derê dirêj dibe, heta xeta Satê. Yanî gundê Bakurê Kurdistanê ye. Li van deveran hemûyan tevgera gerîla niha lê heye. Gerîla li van deran ji bo alîkariya Tepê Sor çekên giran bi kar tînin, carna li ser vir çalakiyan dikn. Yanî ne ku di cihê xwe de sekinîne. Ew jî êrişên hewayî li ser vê xetê çêdikin, ji bo gerîlayên li wir bêdeng bikin. Dawiyê de dixwazin ku li Werxelê dorpêçê çêbikin. Yanî vir û Werxel bigihîne hevdu. Bi vî awayî. Li vir dorpêçekê çêbike. Li vê derê nikarîbûn niha dixwazin li vir bikin. Niha ev heqîqeteke ev 112 roj in niha li vir şer heye. Tiştê ku em dibêjin ev e. Yek; gerîla li van deveran hemû di eraziyê de heye, li dijî wan çalakiyan dike. Ew bi hêsanî nikarin tevbigerin. Du; di tunelan de berxwedan heye. Îca li hemberî van kîmyasalê bi kar tînin, balafirên keşfê bi kar tînin, balafirên şer dem dem xwe jê dûr dixin lê dixin. Her tim Kobrayê şer li Werxel dixe. Li ku derê dixe? Li Werxelê pencere hene, derî hene li wan dixe. Teqemeniyan diteqîne. Her carê sed, sed û pêncî kîlo teqemenî datîne bi helîkopter bi ben berdide jêr, li ser wan deriyan dixwazin wisa biteqînin, deriyan bigirin. Şer niha di vê çarçoveyê de li Avaşînê dewam dike. Eger wan bi esasî Werxelê bigirin, Girê Sor bigirin, wisa çemberekî çêdikin li dora van hevalên li vê derê. Esas berxwedana mezin wê hîn li vir çêbibe. Ev der hîn zêde stratejîk e. Ew dibêjin ku me dorpêç kir, wê gerîla cihê xwe berde biçe, em ê hema karibin dagir bikin. Ne wisa ye. Gerîla cihê xwe bernade. Gerîla bi salan li vir amadekarî kiriye, li vir her tiştê xwe heye. Dijmin li vir çi bang dikin? Li vê derê bi mîkrofonê bang dike dibêje; teslîm bibin. Û ji hevalan re gotiye ‘werin em avê bidin we’. Sankî av tune ye di tunelê de. Halbûkî amadekarî hatiye kirin, ava bi salan tê de heye. Depo tê de hene, lojîstîk tê de heye, cebilxane tê de heye. Bi her awayî amadekarî lê heye. Ev bi kedekê, bi amadekariyekê hatiye kirin. Ji ber wê ne meseleyeke hêsan e. Ji mêj ve amadekarî lê hatiye kirin. Li ser vî hîmî îro şerek tê meşandin û bi vî şerî teknolojiya dijmin, çekên wî, kîmyasal jî di nav de bêencam tê hiştin. Şer di vî çarçoveyî de tê meşandin.
Niha hate gotin ku hêzên PDK’ê dixwazin ji Balinda wisa werin, dol bi dol werin Sîda, ji Sîda jî werin Rençpirak. Şer niha li vir Kela Bêdewê ye, li vir e. Li Werxel e. Û li vê derê tevgera gerîla ye. Yek jî ji bo hêzek di vir re ku were lazim e sê çar xalên gerîla yên li wir tasfiye bike. Ev ne xalên ji rêzê ne. Eşkere ez dibêjim, tunel in yanî. Tasfiyekirina wan ancax şeş mehan biajo. Yanî yek ji bo karibe ji Sîda derbas bike divê yên li van deran hemûyan tasfiye bike. Dewleta Tirk nikare bike, ewqasî li vir dixe. Mesela li van deran hinek tunel hene, ev sê sal in dewleta Tirkiyeyê bi hezaran ton TNT lê xistiye, teqemenî lê xistiye. Ew dixwaze wisa Kurd bi Kurd bide kuştin, li vir em bi hev bikevin, belayek çêbibe wisa ew jî ji bo xwe lê temaşe bike. Yanî ev nabe. Ji bo vê me got ev nabe. Ne pêkan e. Li vir îro şerekî dîrokî heye. Vaye em di bin bar de ne. Divê alîkariya me bê kirin, piştevaniya me bê kirin. Eger piştevanî neyê kirin bila pişta me neyê girtin. Ev ne piştgirtine, vir navend e. Rençpirak îro tevgera gerîla ji xwe li vir e. Ev mijareke girîng e. Niha hate sekinandin, em hêvî dikin tiştekî wisa nefikirin, tiştekî wisa nebe. Ji xwe ku bibe, me gotibû felaket, wê hingî felaket çêbibe. Wê rewşeke cidî rû bide. Nabe yanî. Kesên li vê derê bi salan amadekarî kirine wisa hema çentê xwe nagirin naçin. Vaye sê meh in dijmin li vê derê ewqas teknolojî bi kar tîne, her tiştî bi kar tîne, berxwedan tê meşandin. Ji ber wê ev heqîqeta ku îro heye her kes zanibe. Ne hêsanî ye. Artêşa duyem a NATO’yê vaye li vir xitimî ye. Nikare bi pêş ve were, nikare bigire. Ev ji bo tevahiya Kurdan destketiyeke mezin e. Ev yek gelê Kurd li hemberî neyaran dike îrade, dike hêz. Divê her kes vê heqîqetê bibîne û li gorî vê nêzîk bibe, piştevaniyê bike. Em niha li bendê ne ku gelê me yê Başûr, di serî de gelê Şêladizê û gelê Behdînan tevahî piştevaniya vê berxwedana dîrokî bikin, piştevaniyê li vê qehremaniyê bikin. Ji ber ku li vê derê bi rastî jî dîrokeke nû tê nivîsandin. Pelek nû ya dîrokê tê avakirin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, tiştekî pir girîng e. Ji ber vê yekê banga me ji bo hemû siyaseta Başûrê Kurdistanê, partiyên li Başûrê Kurdistnê, ji bo hemû gelê Kurdistanê ji bo her kesî ev e. Berxwedana ku îro fedayiyên Apoyî li wir dimeşînin ji bo tevahiya gelê Kurd serbilindiyeke mezin e.
Li deverên din jî bêguman şer heye. Li wir jî em dikarin hinekî li ser xerîteyê raber bikin. Niha em dibêjin xeta Zap, lê esasî li tevahiya xeta Zapê şer nîne. Li xeta Zapê dijmin ji du baskan ve ji aliyê Ertûşê ve xwest bi pêş bikeve. Baskek li vir, wisa hate heta Keleha Bêdewê. Niha li wir li pêşiyê heval hene, şer dibe li wir sekiniye. Baskê din Cîloyê Biçûk e ku em jê re dibêjin, heta wir hatiye. Li wir sekinî ye, wisa xeteke. Ev Xeregol e, va Xeregol berê girtibû, sala 2007’an girtibûn. Ev ji xwe qereqola wan e, ev Çelê ye, ev xeta sînor e, tepê Marûka li wir e. Hidût wisa dom dike. Yanî ev der ji xwe nêzî sînor e. Ji ber wê wan Xeregol berê girtibûn. Niha ev der û ev der jî girtine. Hîna Zap li pişt e. Yanî vaye Çiya Reş e, Şikefta Birîndaran e, Tepê Karker e, Zêwê, Tepê Cûdî, Kuro Jehro ew qetên paşî hene, hîn hene. Eger dijmin bixwaze xwe dirêj bike esas cenga mezin wê li vê xetê hînê bimeşe. Yanî wisa ev ji bo Zapê destpêkeke. Ew niha bêhtir bi Avaşînê re mijûl e. Şerê Zapê jî wisa ye, yanî ne li hemû Zapê ye, li kêleka Zapê ye. Vê em dikarin bêjin.
Niha herêma Metîna ev der e. Çiyayê Metîna bi xwe ev xet e. Serê Metîna ye ev der. Ev xet e. Li vê derê niha şer li Berwariya Bala û xeta Qaşûrî jê re dibêjin li wir e. Yanî hîn negihîştiye Metîna bi xwe. Ji xwe di vê navberê de rê heye, hinekî valahî heye, hinekî ne çiyayî ye. Şerê giran li Zendûra bû. Zendûra vir e, car dî Tepê Tangê vir girtiye. Dijmin hinekî xalên xwe li van deran daniye. Derarê ye, Tepê Azad, nêzî gundê Orê şer niha li van deran dimeşe. Li vir dijmin hin cih girtiye lê nikare kontrolê li ser çêbike. Lewma her tim bombardûman dike. Bi hukmê bombardûmanê wisa dijmin dixwaze kontrola xwe çêbike. Di xeta Metînayê de jî cihê şer lê dibe ji vir heta vê derê, ev xet e. Wisa niha li vê derê şer dewam dike.
Weke me li ser xerîteyê jî nîşan da şerekî cidî di navbera gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û dagirkeriya Tirkiyeyê de dom dike. Bêguman ev şer tenê ne li Avaşîn, Zap û Metînayê ye. Yanî li hemû deverên Kurdistanê, li Bakur û heta li Heftanîn, Xakurkê ev şer dem bi dem weke çalakiyên gerîla pêk tê. Lê belê mijara Avaşîn, xeta Zapê, Metînayê ew ên ku me raber kiriye girîng e. Em dibêjin, mirov li vê derê dikare dijmin têk bibe. Niha bi esasî îradeya artêşa Tirk li hemberî me ji berê ve şikestî ye. Ji ber wê yên niha li vir li hemberî me şer dikin ne ew artêşa normal e. Bêhtir artêşeke nû bi pereyan çêkirine, hêza paramîlîter e. Her wiha çeteyên Sûriyeyê ne, ew ên bermahiyên DAÎŞ û El Nûsra ye. Çeteyên Kurd in, Kurdên xayin di nava wan cerdevanan de hene, ji wan in. Li wan giran ew hene. Bi van hêzên bi pere û bi teknîkê şer dikin. Esas şer şer ê hewayî ye. Wan hêvî dikir ku bi hêzên hewayî xwe li her derê serwer bikin. Lê belê rêbazên ku me niha îzah kir ku gerîla bi pêş dixîne ew serweriya wan asteng dike. Vaye heta niha nikarîbûn xwe serwer bikirana. Wê demê mirov li hemberî dijmin dikare bi ser bikeve. Yanî li hemberî teknolojiya serdemê bi rê û rêbazên guncaw, ger ku yek tevbigere, şer bike dikare li ber xwe bide û dijmin bixitimîne, biçe encamê. Heqîqeta xwe va ye. Li ser vî esasî îro ev şer tê kirin. Mêze bikin, dijmin her cûre çek bi kar tîne. Timî hewa bi kar tîne, bi hezaran ton li metroçargoşeyeke wir barandiye. Û kîmyasal bi kar tîne. Cûrbecûr rêbazan bi kar tîne. Kûçikan bi kar tînin, efû bikin. Kûçikan di şer de bi kar tîne. Fêr kirine wisa kamera dixin stû û dişînin. Yanî her rêbazê bi kar tîne ji bo ku biçe encamê. Lê nikare. Dixwestin di nava hefteyekê de bigirin, lê vaye niha nêzî çar mehan bûye. Ev wisa dom bike wê têk biçin. Weke me berê got, têkçûna wan ji bo gelê Kurd bibe serketineke mezin. Ji ber wê em dixwazin alîkariya me bê kirin. Eger em wisa nehatibûna dorpêçkirin, li pişt rêya me nehatibûya girtin, îstîxbarat bi dijmin re nehatibûya parvekirin desteka me hebûya dijmin wê heta niha bi temamî têk biçûya. Û nikarîbû ewqasî bi pêş ve bê. Ev tê wê wateyê ku dagirkeriya Tirkiyeyê ne her tişt e, hêza xwe têra her tiştî nake. Em jî tişt e, em jî îradeye û dikarin bi ser bikeve.
TÊKOŞÎNA EM DIMEŞÎNIN JI BO ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ GELEKÎ GIRÎNG E
Bi kurtasî di salvegera 37’emîn de li ser perspektîfê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo gerîlayên azadiya Kurdistanê xwe tevger kiriye. Di taktîk, rêbaz û teknîkê de kûrahî çêkiriye, îro gihîştiye astekê. Şerê me wê li ser vî hîmî bi pêş bikeve û biçe encamê. Em li ser vî esasî dibêjin sala 38’emîn a 15’ê Tebaxê wê ji bo me hîn zêde bibe saleke mezin. Bi taybetî di meşa azadkirina Kurdistanê, azadkirina Rêberiyê de wê bibe saleke mezin û serketî. Em bi vê îdîa ne, li ser vê esasê em ê di dema nû de jî têkoşîna gerîlayên modernîteya demokratîk hîn zêde geş bikin, bilind bikin. Weke me berê got, ev encam ne tenê ji bo me ji bo hemû beşên Kurdistanê girîng e. Her kes dikare ji vê dersê derxîne û heta ji bo hêzên cîhanî jî girîngiya xwe heye. Ev encameke mezin e, encameke ne ji rêzê ye. Bi taybetî xuya bû ku taktîk rêbaz rast e, kêmahiyên wê bên bihurandin, kûranî tê de çêbibe wê serketin misoger be.”