NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina xiyanetê ya bi navê ENKS ku îdia dikir ku li ser navê gelê kurd derketiye bi salane û zirara herî mezin daye kurdan, di daxuyaniya xwe ya dawîn de xiyaneta xwe îtîraf kir.
Di daxuyaniya ENKSê de, hat ragihandin ku heyeta bi serokatiya İbrahîm Bro li Stenbolê bi Wezareta Karên Derve ya Komara Tirkiyeyê re hevdîtinek pêk anî.
Bi pêşkêşkirina agahiyan li ser naveroka civîna xiyanetê, ENKSê diyar kir ku wan biryar daye ku bi hev re kar bikin da ku Kurd ji Efrîn û Serêkanî vegerin cihên ku Komara Tirkiyê dagir kirine.
Di berdewamiya daxuyaniya rûreş a tora xiyanetê ya ku xwe wekî Kurd binav dike de, ENKS’ê diyar kir ku 25 hezar dolar dê ji hêla Komara Tirk ve ji rêxistinên wan ên çapameniyê re ku dê ji bo van karan propagandayê bikin, were veguheztin.
Weke ku tê zanîn, ev avahiya çeteyan êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê wekî “rizgarkirina Efrînê” îlan kirî bû.