NAVENDA NÛÇEYAN – Pêngava 15’ê Tebaxê li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê bi girseyî hat pîrozkirin. Li ciyê pîrozbahiyê panqarta “Em bi rihê Berxwedana Xakurkê 37’emîn 15’ê Tebaxê pîroz dikin” û posterê Fermandarê HPG’ê Egît ( Mahsum Korkmaz) , Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şehîdên Kurdistanê û alên PKK, KCK, YPG, YPJ û MLKP’ê hat daliqandin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpêkir. Malbata Elefteria Fortulaki ya ku ji bo Rêberê Gelan Abdulah Ocalan li Atînayê sala 24’ê Adara 2006’an de xwe şewitand jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Siyasetmedar Nûrhak Uludag di derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê de axivî û wiha got:”Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd vejînek e. Ev roj gelek ji xewa mirinê şiyar kir. Destpêka pir tiştan bû. Fîşeka yekemin a ewil li mejiyê dijmin ket. PKK’ê di dîroka kurdan de rûpelek nû ye. Bi saya PKK’ê em gihaştin vê astê. Ne ji PKK’ê û ev pêngava ba niha ne zimanê me, ne jî navê me kurdan heba. Bijî pêngava 15’ê Tebaxê.”
Piştî avaftinê, parqa zaroka ku li qampê ji bo bîranîna şehîd Elefteria Fortulakî bi navê Elefteria Fortulakî hat vekirin. Dawiyê hunermend Yilmaz Tekîn derket dikê û bi stranên xwe gel bi coş kir û govend hat gerandin.
Pîrozbahî bi tililîyan û bi diruşmên “Bijî pêngava 15’ê Tebaxê” , “Bijî Serok Apo” û “Şehid namirin” bi dawî bû.