RIHA – Emîne Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, nobeda xwe ya ji bo edaletiyê li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.
Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 162’an a çalakiyê de li ber edliyeyê dest bi çalakiya nobedê kirin.
Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin:
“Li pêşberî daxwaza edaletê ya dayikekê ku hevser û du kurên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, rayedar mîna heştirme tevdigerin, serê xwe dixin nava xîzê. Bi vê yekê hûn ê nikaribin ji berpirsyariyê, ji rastiyan birevin!”