ŞEHBA – Çeteyên bi navê Feyleq El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefer Sefra ya Cindirêsê du ciwan revandin.
Bi hinceta Mistefa Mihemed Mecîd (18) û Mihemed Welid Hisên berê di saziyên Rêveberiya Xweser de xebitîne hatin revandin.
Hate diyarkirin çeteyan ev herdu ciwan birine girtîgeha li gundê Îska ya Şêrawayê. Ev girtîgeh navenda êşkenceyê ye.