STENBOL – Çalakî ku bi rojan beriya niha bi minasebeta salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kiribûn bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan bi rojan şûnde berdewam dikin.
Ciwanên welatparêz ên ku peyam dan ku ew ê bi giyanê 15’ê Tebaxê li her derê têkoşînê mezin bikin, pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li navçeya Eyûb a Stenbolê dewam kir.
Di nivîsên ku ji hêla ciwanên welatparêz ve hatine nivîsandin de, gotinên “Bijî 15’e Tebaxê”, “Fermandar Agit dijî” û “Ji guleya yekem heya serketinê” derketin pêş.