STENBOL – Bi wesîleya 37. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an, çalakiyên li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên Ewropayê bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan dewam dikin.
Ciwanên welatparêz 15’ê Tebaxê bi fîşekên hewayî li gelek nuqteyên Stenbol Gaziosmanpaşa, Sultangazi û Kağıthane pîroz kirin.
Pankartên ku bal kişandin ser 15’ê Tebaxê û berxwedanên zindanan jî peyama mezinkirina têkoşînê heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê rakirin dan.
Ciwanên welatparêz diyar kirin ku ew ê li dijî komkujiyên li Kurdistanê, êrîşên nîjadperestî û qirêj ên li dijî gelê Kurd ên li bajarên Tirkiyeyê û êrîşên li dijî dîrok, xweza û zimanê Kurdan, heta tecrîda li ser Rêberê Gelan bişkê ewên her tim li qadan bin. Li ser vê bingehê, ciwanan bang li hemû ciwanên Kurd kirin û ew vexwendin qadan.