GEVER – Bi munasebeta salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, pîrozbahiyên ku bi rojan berê li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Kurdistanê, bi bûyer û çalakiyên cihêreng dest pê kir, îro jî berdewam kir.
Ciwan û jinên ciwan pîrozbahiyên îsal re pêşengtî kirin. Herî dawî, 15’ê Tebaxê li Geverê bi fîşekên hewayî û bombeyên deng hat pîrozkirin.
Ciwanên welatparêz peyam dan ku ew ê bi ruhê ku 15’ê Tebaxê afirandiye têkoşînê li her derê mezin bikin, bang li hemû ciwan û jinên ciwan kirin ku di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de çalakiyan bikin.