ÇILAXA – Bi slogana “werin Cenga Azadiyê” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Bajarokê Çilaxa, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Til Temirê û Zirganê meşek êvarê lidar xistin.
meş bi tevlîbûna bi dehan ciwan û gel di destê wan de pankarta li ser dinivîse “Bêdengiya navnetewî erêkirinê ji bo qirkirina Êzîdxanê ye” pêkhat.
piştî meş li sahayek sekinî, piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan li ser navê Tevgera Cİwanên Şoreşger endamê Tevgerê Sİrûr Şatî axavtinek kir. di axavtina xwe de êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk li serê gelê sivîl pêk tîne şermezar kir.
Meş bi avêtina sloganên silavkirina berxwedanê bidawî bû.