STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja Duşemê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mazlûm Dînç û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişa Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.