TIRBESPIYÊ – Bi pêşengtiya ciwanên şoreşger ên navçeya Tirbespiyê bi sedan şêniyên navçeyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Til Temir û Zirganê şermezar kirin.
Meş ji pêşiya navenda ciwanan a rojavayê navçeyêê dest pê kir û di nava kola sereke de dewam kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin.
Meş li nava sûka navendî veguherî mîtîngê. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê de endamê tevgerê Mihemed Hemîd daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir, Zirgan û Şengalê de û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên Tirkiyê bi erêkirina Rûsya û hikumeta Iraqê de pêk tên û hate gotin ku her du alî bi bêdengiya xwe şirîkên êrişan in.
Ciwanan di daxuyaniyê de seferberiya giştî li hemberî êrişên dagirkeriyê ragihandin.