NAVENDA NÛÇEYAN –
Ahmet Aktaş Nivîsand
Ferman, ji aliyê dewleta tirkan ve tê birevebirin. Bêgûman ne bi tenê ye. Her çar dewletên dagirker û mêtinger, kevneperestiya herêmê û cîhanê hemû piştgriya van êrîşên ser gelê me yê êzidî dikin. Ya herî mirovan xemgîn jî dike, xiyaneta kevneperestiya kurdan a li gel wan e!
Sedemên van êrîşên xwe yên qirker çi nîşan didin? Gerilayên PKK’ê! Ev gotin hem rast e hem jî derew e. Ev çawa dibe? Kerem bikin.
Derew e, ji ber ku yek gerîlayê PKK’ê jî li wir nîne. Rast e, erê gerîlayê PKK’ê li wir nîne, lê mejiyê wan, bîr û baweriya wan, zihniyeta wan, vîn û giyana wan li wir e, kurt û kurmancî felsefe û birdoziya rêberê wan Rêber Apo li wir e. Ji ber ku gelê me yê li vê derê, bûye xwedan vê cewhera xwe ya resen, team û lezeta xweseriyê standiye, êdî nema serî li ber zaliman, koledaran û qirkeran datîne.
Li ser fermana qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an, rast e yên bi hewara wan ve rabûn çûn û ew ji qirkirina mezintir rizgar kirin, ew 12 siwarên Dewrêşê Evdî ew gerilayên Apoyî bûn.
Ya mirovan xembartir dike jî, yên di wê roja xedar û dijwar de, ji ber DAIŞ’ê reviyan, Şingal û gelê me yê êzidî bê parastin hiştin û radestî DAIŞ’ên xwînxwar kirin e, îro rabûn e bi hevre hatine û dibêjin ‘em ê Şingalê ji terorîstan rizgar bikin!’ De fermo li vê sosretê û durûtiyê binêrin! Ma gelê me yê êzidî kengî we qebûl dike?
Van hêzên hevpar û gunehkar (Enqere, Bexda, Hewlêr, NY, DYA) weke ku xwedê giravî bi qanûnî dimeşin û karê rewa dikin, di nava xwe de-bêyî îradeya gelê Şingalê-bi navê peymanê lê ya rast bi navê FERMANA ŞINGALÊ di 9’ê Cotmeha 2020’an de belgeya qirkirina êzidiyan îmze kirin.
Ev êrîşên wan ên dawî, yên di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de pêkanîn û Fermandarê YBŞ Mam Seîd Hesen û birazayê wî endamê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd kirin, parçeyê vê FERMANA ŞINGALÊ ye. Di heman demê de salvegera şehadeta Mam Zekî Şingalî ye jî. Her wiha êrîşa bombebarana ser nexweşxaneya Sikêniyê ya roja duyem û şehîdkirina 8 kesan jî dewama heman fermanê ye.
Li ser êrîşên wan ên bi taybetî li dijî gelê me yê êzidî û Şingalê, gelek nivîs û şîrove hatine kirin. Hema hema di hemiyan de tê gotin ku armanca bingehîn a van êrîşan; di kesayetiya gelê me yê êzidî de, jenosîda gelê Kurdistanê ye. Sedemên wê jî, dîrok e, ol e, xak e û hwd. reseniya gelê me yê êzidî ye ku cewherê gelê Kurdistanê ye.
Li gorî vê teşxîsê, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û hêzên kurdistanî jî tê xwestin ku ji bo ji vê birînê re derman bibînin, bi erk û peywirên xwe yên neteweyî û mirovahî rabin. Li gelê xwe yê resen êzidiyan xwedî derkevin û wê xaka pîroz a Êzîdxanê biparêzin, nehêlin di bin pêyên zaliman de binale.
Ji bo hemû mafên xwe bi dest bixe, ji bo xweseriya xwe ya heyî ya Şingalê biparêzê, xurt bike û di asta navnetewayî de bike xwedî statuya fermî; hem li welat hem li derveyî welat, hem xebata girseyî ya gelêrî hem xebata dîplomasî û lobî mezintir bike, her wiha tê xwestin ku hemû gelê Kurdistanê û dostên xwe bi ruhê Siwarên Dewrêşê Evdî rabin xebatê!
Siyaset û kiryarên dewleta tirkan a qirker û hevalbendên xwe ya bi taybetî li ser gelê me yê êzidî û bi gelemperî li ser doza Kurdistanê li ber çava ne. Êdî divê her kes vêna rast û zelal bibîne, li gorî vêna jî helwest û bertekê nîşan bidin. Baweriya xwe berêberê bi xwe, bi gelê xwe bîne û paşê li gel dostê xwe jî dikare bimeşe. Êdî ‘herkes û şîrê xwe!’
WELAT