MINBIC – Meş li gundê El-Ewseclî yê başûrê Minbicê bi beşdarbûna şêniyên xeta El-Muhteriq, El-Farat, endamên saziyên sivîl a demokratîk a Minbicê û endamên meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.
Di xwepêşandanê de Sultan Ebdulhemîd yek ji şêniyên gundê El-Ewseclî bi navê beşdaran axivî û got: “Em îro derketin da ku destwerdana dewleta Tirk di axa me de, red bikin û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin.”
Ebdulhemîd got ew ji Erdogan û çeteyên wî re dibêje ku sûcên wan ên li dijî gel, hêz û israra wan zêdetir dike.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo jî diyar kir ku hepeymana Rêveberiya Xweser parastina nirxên cîrantiyê dike, heta roja îro jî êriş ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî herêmên din pêk nehatine.
Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ava vexwarinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike û êrişên xwe berdewam dike.
Berdevka jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê a xeta El-Muhteriq û El-Farat, Refîf El-Semran da zanîn ku tevî ku 5 sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûne jî, lê heta niha dewleta Tirk desteka komên çete û terorê didomîne.