REQA – Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê û bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn çalakiyek li çerxerêya Neîm a li naverasta Reqayê li dar xist û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Şêniyan pankartên “Êrişên dagirkeriya Tirl ên li dijî Til Temir û Zirganê dijminatiya rêgezên edaleta navneteweyî ne”, “Qetilkirina zarokan bisekinînin”, “QSD’ê garantiya yekitiya xak û gelê Sûriyê ye”, “Wijdana navneteweyî li ku ye” û “Qutkirina avê qetilkirina jiyanê ye” hildan.
Girêdayî vê mijarê, cîgira Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê Zelîxe Ebdî got,êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Til Temirê berdewama êrişên li dijî tevahî Sûriyê ye.
Zelîxe Ebdî diyar kir ku Erdogan bi êrişên xwe yên li dijî tevahî xaka Sûriyê hewl dide Mîsaqa Millî vegerîne, ewlehî û aramiyê derbe bike û şêniyên herêmê koçber bike û wiha dawî li gotina xwe anî: “Di çalakiyê de Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê wêne hildan, di wêneyan de hat eşkerekirin ku ew dev ji bajarên xwe bernadin û dê li hember tevahî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Çalakî bi diruşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.