ŞIRNEX – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê, faşîst û hevkarê bi navê Şervan Yeşîl bi bombeya dengî çalakî li mala wi pêk anî.
Yekîneya Tolhildanê ya şehîd Bargiran Erkendî got ku kesê bi navê Şervan Yeşîl ketiye pratîkeke ku dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê rewa dike û hem di raya giştî de pêş dixe û hem jî normalîze dike û berdewamiya daxuyaniyê de jî ev tişt anîn ser ziman :
“Em li vir ji hemû hevkarên faşîst re dibêjin ku ji vir û pê de, her kesê ku alîgirê dewleta Tirk a dagirker e, hedefa me ye. Her kesê ku li kêleka dewleta Tirk a dagirker bimîne, wê were cezakirin. Ev çalakî hişyariya me ya yekem e ji bo wan.”
Yekîneya Tolhildanê ya şehîd Bargiran Erkendî, ku balê dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê;
“Ji roja 23’ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk dest bi operasyonê kir, çiyayên Kurdistanê her roj tên topbarankirin, daristanên Kurdistanê her roj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên şewitandin. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku li dijî van êrîşên dagirkeriyê, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin derbên mezin li dagirkeran dixe. Tolhildana hevalên me yên di vê berxwedan û têkoşînê de şehîd bûne wê li dijî kesên faşîstên hevkar û dagirkeran re hesaba wan dê were pirsîn. Di navbera hevkarên faşîst û dewleta Tirk a dagirker re tû cudahî nîne. Ji ber vê yekê, ji niha û pê ve hemû hevkarên faşîst hedefa me ne. ” hat gotin.