RIHA – Endamên Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kirin û peyama piştevaniyê dan.
Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar ku 170 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar endamên Platformê bi dowizan pêşwazîkirin. Berdevkê Platformê Ûmût Çîmen axivî û destnîşan kir ku ew ji bo piştevaniya malbatê hatine û ew parastina kujeran red dikin û divê kujer hesab bidin.
Endamên Platformê beşdarî nobetê bûn û kêliyek li cem malbatê nobet girtin û pişt re vegeriyan Şirnexê.