STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya DGH a Şehîd Erîş Xerzan daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wan li Stenbolê mala faşîstekî şewitandiye.
Yekîneya Tolhildanê ya DGH a Şehîd Erîş Xerzan da zanîn ku li Stenbolê mala faşîstekî hatiye şewitandin û got, gelek tîm şandine cihê bûyerê, lê yekîneyên wan bi saxî ji cihê bûyerê çûn.
DGH di daxuyaniya xwe de, wiha berdewam kir; “Dema Şemzînan dişewitî, li Efrînê êrîşî goristana şehîdên me kirin û ewqas êrîşên nîjadperestî li ser gelê Kurd pêk hatin, xweparastin ji me re bûye ferz.” DGH di dawiyê de tekez kir ku ew ê di her kêliyê de li her derê bin û dê ji dijmin re bikin dojeh.