QAMIŞLO – Îro li bajare Qamişlo Yekitiya Jinên Ciwan kombûn û daxuyaniyek dan.
Jinên Ciwan îlan kirin ku, Mîhrîcana Ş.Stêrvan ya Jinên Ciwan yê 3 min bi şîara “Bi rengê jinên ciwan, emê şoreşa çandî geşbikin” bi çalakiyên çandî, hunerî û werzişî li darbixin.
Di 10 îlonê de festival wê bê destpêkirin û li ser asta çar herêma wê bê li darxistin. (10 îlon Heremen Rizgarkirî 13 – 14 îlon Şehba, 16 – 17 îlon Kobanê, 20 – 21 îlon Cîzîr).
Daxuyanî bi Erebî û Kurdî hat xwendin û dawi de banga li hemû jinên ciwan kirin ku xwedî li vê festîfalê derkevin.
Tevahî daxuyanî wiha ye:
“Çand cîhana menewî ya civakê ye, qanunê wê ya exlaqî, zihnîyet, hûner û zanistiya wê pênasedike. Rêber Apo bi awayekî giştî pênaseya çandê bi vê awayê tîne ziman. Mezopotamiya kû bi çanda xwe ya resen buye dergûşa mirovahî şahidî ji şoreşên newlotîk, ol, felsefe û zanist kiriye û ji bo van taybetmendiyan di hemu pirtukên pîroz de weke bihuşt hatiye pênasekirin.tofên genimê yekê ku bi berketa jin li ser van axên pîroz hatin belavkirin bi xwedana keda wan hate avdan û civaka azad şînhat. Pîrozbahî, şehnazî, wekhevî û exlaq, dîlan û bedewî heta roja me anîn.li seranserî dîrokê ev Çand her di qirkirnê de derbas bû ye û bi tunebûnê re rû bi rû maye. Moderniteya kapîtalîst ji bo ku xwe li ser van ked u berheman avabike hemo rêbazên qirkirinê pêkanîn ji qirkirina ekolojî ,jin heta fizik u çandî bi rêbazên sîstematîk pêktîne .dizî u talankirina şinwarên dirokî ,guhartinên demografî ,guhartina ziman û çanda gelan , êrîşî nirxên menewî ya gelan .kiryarên dewleta turk di herêmên dagirkirî de şahîdê vê yekê ne, û heta êrîşî mejiya civak bi taybet jin u ciwan, xistina wan amura pêkanina siyastê xwe, ya rast mirov dikare bêje bê çandiyê ferzdike.
Ji bo vê,ji bo ji nu ve vejinkirina çanda resen ya mezopotamyayê ya ku bi bereket, deng, û rengên xwedawendan ve bu hatibu xemlandin, em wek hemo pêkhateyên bakur u rojlata suri bi kurd,ereb,çerkes,ermen, suryan di pêşengtiya jin u ciwanan şoreşa çandî misoger bikin .di vê çarçoveyê de em wek yekitiya jinên ciwan festival xwe ya ş.stêrvan bi şîara “Bi rengê jinên ciwan ,emê şoreşa çandî geşbikin” bi çalakiyên çandî ,hunerî u werzişî li darbixin di 10 îlonê de festival wê bê destpêkirin .u li ser asta çar herêma wê bê li darxistin ,ji bo ku em bi deng u rengên xwe xwedî li çanda xwe derkevin u dagirkeriyê li ser axa xwe têkbibin ,em bang li hemo jinên ciwan dikin ku xwedî li vê festîfalê derkevin.”