LAVRÎO – Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ku di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de hatibû destpêkirin îro ji hêla koma Têkoşîna Prosfigika yên anarşîstên Yunanî hat dewrgirtin. Çalakî îro di roja 242’an de bi merasîmekê ji hêla koma 48’an re hat dewrkirin. Merasîm ji bo cangoriyên azadiyê bi rêzgirtinê destpêkir. Li cihê çalakiyê pankarta “Heta ku tecrîta li ser Rêber Ocalan were şikandin emê tev bi hev re têbikoşin” hat daliqandin.
Piştî rêzgirtinê Encamê koma Têkoşîna Prosfigika Kevin Bouscasl axivî û diyar kir ku ew wek koma anarşistan bi navê Têkoşîna Prosfigika ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dikevin grevê û anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe ewê her tim têbikoşin. Bouscasl anî ziman ku ev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin diyar dike ku êrîşên dewleta tirk li hember hêzên demokratîk û êrîşên li hember Tevgera Azadiya Kurdan tê pêkanîn û wiha dewam kir:”Ji bo azadiya Ocalan têkoşîndayîn tê wateya hemberî qirqirina gelê Kurd û mezinkirina têkoşîna azadiyê ye. Gava ku xeta Serok Ocalan ya birdozî û polîtîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn wek niftê were destgirtin, wê were dîtin ku Azadiya Rêber Apo azadbûyina û demokratîkbûyina Tirkiyê û Rojhilata Navîn de cîhê xweye girîng heye. Em di destpêka Şoreşa Rojava de heta niha xwe wek perçeyek şoreşê dibînin. Şerwanê Yekîniya Pêştevaniya Şoreşgera Enternasyonalîst (RUIS) Haakur Hilmarson endamê koma me bû û di Sibata 2018’an de dema ku li hemberî artêşa Tirk şer dikir bi canbexşane şehît bû.”
Bouscasl axaftina xwe wiha bi dawî anî:”Em wek Prosfîgîka bawer dikin ku Konfederalîzma demokratîk ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn hêvîya rizgarkirinê ye û ev hêvî ji bo axa me jî derbasdar e.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî serok Apo” , “Hevrê Haakur Hilmarson nemire” û “Bijî berxwedana zindanan” dawî bû.