HELEB – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Helebê meşek li darxist in.
Li dijî êrîşên li ser Rojava û Çiyayê Qendîl û Şengalê, meş pêşiya navenda ciwanan destpêkir. Beriya ku meş destpê bike ji bo ruhê şehîdan girseyê deqekî rêzgirt.
Meşa ku sedan ciwan tevlêbûn heya diwara şehîd GÛLÊ SELMO berdewam kir.
Meş herî dawî tevlêbûna gelên herêmê ve jî zivirî mitîngê. Her wiha li ser navê Meclîsa Tevgera Ciwana Maya Weqas daxuyanî xwend û ser navê Meclîsa Xerbî Îsa Mustafa axifî.
Meş bi siloganên “Bijî Serok Apo” , “Bijî Berxwedana gerîla” ve bi dawî bû.