NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên Tirk, çiyayê Garê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi daristanên herêmê ket.
Di saetên êvarê de balafirên şer ên Tirk, çiyayê Garê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agireke mezin bi herêmê ket. Li gorî agahiyan agirê li herêmê berdewam dike.
Têkildarî zirerên giyanî heya niha agahiyek bidest neketiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro çavkaniyên herêmî ragihandin li Amediyê wesayîtek sivîl jî bûye hedefa balafiran, lê têkildarî êrîşê ti zanyariyek zelal bidest neket.