NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên PDK’ê li herêma Çarçel ya Metînayê dest bi çêkirina rêyeke nû kir. Li gorî çavkaniyên herêmî radigihînin, rê ji bo artêşa Tirk bi hêsanî bikare bikeve, herêmê tê çêkirin.
Hêzên PDK’ê ji bo artêşa Tirk bi hêsanî bikarin bikevin herêmên dibin kontrola gerîla de, dest bi vekirina rêyeke nû kir.
Li gorî ji dîmenê ku hatiye parvekirin jî xuya dibe, ji bo çêkirina rêyeke nû bi dehan wesayîtên rê çêkirinê yên weke dozer, kepçe û hwd. li herêma Çarçel ya Metînayê dest bi kar kirin e.
Di encama çêkirina rê li çiyayê Metînayê de zirereke mezin digihije jîngeha herêmê.
Berê jî çend caran PDK li heman herêmê kete nava hewldana êrîşkirina ser gerîla. PKK û HPG’ê jî bang li PDK’ê kiribû ku dest ji provakasyonan û rê xweşkirina ji dagirkeriya Tirk re berde.
Hêjayî bibîrxistinê ye li herêmên cûda yên Metînayê şereke dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên dagirker yên Tirk de berdewam dike.