NAVENDA NÛÇEYAN –
Mihemed Seydî Nivîsand
Di demeke ku girêka aloziya Sûriyeyê roj bi roj asê dibe de gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser ava kirin û wekî çareseriyeke alternatîf ji sîstema berê ya navendî, ev proje guncaw dîtin.
Rêveberiya Xweser hem di hundir de hem jî di derve de gelek gav avêtin û ji bo ev rêveberî were naskirin, xebatên dîplomasî dimeşîne.
Di nava vê heyvê de, Rêveberiya Xweser navenda nûnertiya xwe li Swîsre bi fermî vekir.
Beriya hefteyekê jî, rêveberê rejîma li Şamê Beşar El-Esed daxuyaniyek da û tê de qala pêwistiya xelkê Sûriyeyê bi sîstema nenavendî kir.
Ev gotin ji aliyê rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve girîng hatin dîtin û li benda ku gavên pratîkî jî werin avêtin bûn.
Lê duh careke din rejîmê rûyê xwe yê rast derxist holê û li ser navê Wezareta Derve daxuyaniyek da û tê de rexne li hikûmeta Swisreyê kir ku çawa rê daye ev nûnertî vebe, ev ne rêveberiyeke fermî ye û divê ev gav li ber çavan were girtin.
Ev yek jî mêjiyê rejîma ku tu çareseriyê ji bilî xwe qebûl nake derdixe holê lê gelê Sûriyeyê êdî vê rejîma heyî bi vê hişmendiyê qebûl neke.
Li aliyê din em dema bala xwe didin axaftinên Beşar El-Esed, dibînin ku ewqasî tiştekî nû negotiye û qala sîstema berê ya rêveberiyên herêmî dike. Ev sîstem bi çi navî were ziman jî lê hemû kesên di nava vê sîstemê de tên hilbijartin, ne bi dengên gel, bi bijartina rejîmê dibin şaredar an jî parlamenter.
Axaftina Beşar El-Esed li aliyê din jî wekî gotinekê ku avêt holê, esas nêrîna ku xwest rêya bazareke nû bi dewleta tirk re veke. Ji ber hemwextî van axaftinên wî, li bajarê Deraa ku li ser sînorê Urdinê dikeve alozî û pevçûn didomin û bi vê yekê mesaja xwe da dewleta tirk.
Mesaj ji dewleta tirk re ew bû ku yan van endamên komên li Deraa li gel xwe bi cih bike û ji Deraa bikşîne, an jî em ê bi kurdan re li hev bikin.
Diyar e vê axaftina Esed jêre encam anî û niha hejmarek ji çekdarên ku li Deraa mane, bi otombêlên kes wan veduguhezînin deverên weke Idlib û cihên din ên di bin dagirkeriya dewleta tirk de.
Piştî ku vê bazarê de li hev kirin, dîsa rejîmê beniştê xwe yê berê cût û daxuyanî li ser vekirina nûnertiya rêveberiya xweser li Swîsreyê da. Ev daxuyanî jî li gorî min esas de ji bo dewleta tirk û razîkirina wê di serî de hat dayîn.