HELEB – Di çarçoveya çalakiyên bi diruşma “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” de Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya bi Nivîsgeha Yekitiya Werzîşê re pêşbaziya bisklêtan a jinan li dar xist.
Pêşbazî ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û heta bi Kolana 20 a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi dirêjahiya kîlometreyekê dest pê kir, tê de bi dehan jinên ciwan amade bûn û wêneyên şehîdên berxwedanê hildan.
Di pêşbaziyê de Fatme Hesen xelata yekemîn, Ela Hemûd xelata duyemîn û Aya Qere Mihemed xelata sêyemîn wergirt û ji hêla Yekitiya Werzîşê ve bawername li wan hatin belavkirin û Fatme Hesen jî kasa serkeftinê wergirt. Li gel wê jî xelat û kulîlk li tevahî beşdaran hatin belavkirin.
Çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.