WAN – Rengê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker qet naguhere. Dibistanên ku li Kurdistanê wekî navendên asîmîlasyonê hatine damezrandin jî rola navenda êrişên leşkerî dilîzin.
Heman siyaseta ku meheke li Çaldiranê tê kirin jî ev e.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên herêmî girtine, dibistana Çaldıran Anadolu İmam Hatip Lisesi Kız Öğrenci Yurdu a li navenda navçeyê ev mehek e ku bûye navenda artêşa Tirk.
Hate îdîakirin ku nêzî 1000 polîsên tevgera taybet ên li yurda dibistanê bi cih bûne, li benda êrîşa Tendurekê ya ji demeke dirêj ve hatiye plankirin, mane.
Xelkê herêmê ku ji hebûna qaşo polêsên bi navê Tevgera Taybet aciz bûn, li hember bikaranîna mekteban ji bo mebestên ewqasî bertek nîşan dan.