NAVENDA NÛÇEYAN – Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî ve bîlançoya şewitandinên mehekî parvekir.
Ji gor daxuyaniyê bîlançoya vê mehê wiha ye:
“Em wekî Înîsiyatîfa Zarokên Agir ya ku tevger û hêrsa gelê Kurd ya tola hezar salî, hemleya çokdanînê ya ku me dabû destpêkirin bi dijminê me yê dîrokî Tirkên dagirker mehek ji çembera agir da jiyankirin. Em li hemberî dewleta barbar ya Tirk komkujiya ku li Konya pêk anî û li her bajarê Tirkiyê Kurd lînç kirin, çeteyên faşist yên ku derketibûn nêçîra Kurdan di bin ewlehiya dewletê de pêk hat bêdeng neman. Di serî de li van bajaran û gelek bajarên din me bersiva pêwîst dan dijminê Kurdan û emê bersivê bidin berdawamkirin. Yên ku behsa biratiyê, hezkirina xweza û mirovan dikin li Tirkiyê şewatek piçûk derdikeve dinyayê xirab dikin û dibêjin cîgera me dişewite ev derewîn dema mijar dibe Kurd kor, ker û lal dibin ev yek dijmintiya we bi awakî zelal nîşan dide.
Dîsa yên ku di kanalên Tirkan de zimanê xwe yê dayîkê piçûk dixe û xwe pêşkêşî dijmin dike yên weke Didem Arslan bila baş bizanebe ku gelê Kurd bi zimanê xwe ser bilindin. Dema ku Tirk li Asya derveyî çaxê jiyan dikirin û nezanî medeniyet çiye, gelê Kurd ji gelê herî kevnar yê Mezopotamya ji medeniyetê re derguştî dikir. Yên ku ziman, çand û dîroka Kurdan tune hesap dikin û di qirkirinê de derbas dikin divê baş bizanin ku wê bersiva vê bi awayekî dijwar bibînin. Divê gelê Kurd, programên dijmintiya Kurdan dide pêş temaşe nekin, hunermendên wan guhdar nekin, filimên wan temaşe nekin û taximên wan yên futbolê negirin bi vî awayî bertekên xwe nîşan bidin. Pêwiste di serî de civaka Kurd di malên xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê dayîkê biaxivin û politikayê Tirkirinê yên di dibistanê Tirk de pêş dixine û li Kurdistanê bûne navenda bişaftinê vala derxînin.
Em wekî Kurdên ku we nekarî bikin Tirk, yên ku hatine bişaftin û bûnin Tirk, xwe bi pênc qurişan difiroşin, li gel û welatê xwe îxanet dikin bila bizanin ku me hûn ji bîr nekirine û hûn jî dê bikevin ber xezeba agirê me yê tolhildanê. Ev agir wê kesên ku li welat û netewa xwe îxanet kiriye jî bişewitîne û divê bizanin ku li Kurdistanê rehet jiyan nekin û ev yek ji wan re nemîne.Me ne tenê ji bo kiryarên îro ji bo kiryarên ku sed salin dewleta Tirk li ser Kurdan pêk tînin sond xwariye. Ji bo tol girtinê bi dehan heta bi sedan egerên me hene. Tenê di dîroka me de wahşet û komkujiyên wekî Sason, Agirî, Geliyê Zîlan, Şex Said, Koçgirî, Dêrsim 33 kurşun û Roboskê we pêk anîne mêze bikin dibin eger ku em bajarên we di nava agiran de bihêlin. Tenê ne Kurd xwezaya Kurdistanê jî di komkujiya xwezayî de derbas dibe. Çiya û Gundên me tên bombebarakirin, xwezaya me tê şewitandin û Kurdistana wekî bihûştê diguherînin harabeyê. Dewleta Tirk ya barbar ku di dijmintiyê de sînoran nas nake li kuderê Kurdekî azadixwaz û tekoşîn dike bibîne dike hedef û qetil dike.Em ji qirnê ku bi sedan sal li hemeberî her cure wahşet û zilma we li ber xwe dane serî natewandinin li şûna radestbûnê xwe di zinaran de avêtinin tên. Azadiya ku Tirkên barbar ji gelê Kurd gazp kiriye dema girtina wî hatiye.
Em wekî Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi hemleya çokdanînê ya ku me daye destpêkirin agirê azadiyê bilind dikin. Roj roja namûs û xilaskirina şerefê ye. Yên ku dibêje ez welatparêzim, yên xeyalê wan yê Kurdistanek azad heye û hemû Kurdên xwedî rûmet divê tevlî hemleya me ya çokdanînê bibin. Çawa ku Tirkên barbar bi leşker û memurên xwe ve Kurdistanê dişewitîne û talan dike divê her kurdekî jî li bajarên Tirkiyê tekerên erebeyên Tirkên faşist biteqinin, bişewitînin, camên wan bişkînin, trafoyên wan bişewitînin û biteqînin, kergeh, fabriqe, arazî ûhemû qadê wan yên jiyanê çi tiştên ku tên şewitandin bişewitînin û divê tola zilim û komkujiyên li Kurdistanê bi kurdan dane jiyankirin bigirin. Di meha tebaxê de Stenbol, Adana, Uşak, Ankara û Antalya jî di nav de li 13 bajarên Tirk fabriqe, erebe, tekne, otel her wekî din 31 şewitandin pêk hatiye.
BİLANÇO;
TEKNE: 6
FABRİQE: 7
OTEL: 1
DIBISTAN: 1
ARAZÎYA TARIM: 3
TESÎSA PAŞDEVÊGERANDİN : 2
ÎNŞAATA XESTE: 1
DEPO: 4
ATOLYE: 2
BESÎXANE: 1
EREBE: 2
BÎNAYÊN DÎROKÎ: 1
ÎMALATXANE: 1
GIŞTÎ: 31 ŞEWAT