NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di navbera 27 û 31’ê Tebaxê de li herêmên Efrîn, Bab û Ezazê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me di navbera rojên 27 û 31ê Tebaxê de, çalakiyên bibandor lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 27ê Tebaxê, li derdora gundê Daglîbaşê ya bajaroka Babê, li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî brîndar bûn.
Li roja 29ê Tebaxê, li Efrînê di encama çalakiyek de 2 çete birîndar bûn. Li heman rojê, li Ezazê, li hember serçeteyek Cephe El Şamiyê, çalakiyek sabotajê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de serçete û çeteyek din hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha seyareyek hat ruxandin.
Li roja 30ê Tebaxê, li Efrinê, li taxa Eşrefiyê, di encama çalakiyek de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Li roja 31ê Tebaxê, li gundê Hizwanê ya bajaroka Babê, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî brîndar bûn.
Di van çalakiyan de bi giştî, herî kêm 3 jê leşkerên Tirk 12 dagirker hatin kuştin, 16 dagirker jî hatin birîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê”