ÇİLAXA – Gelê Rojava li dijî dagirkeran bi hêrs e. Ew bi biryarin ku li ser xaka Kurdistanê derveyê bayê azadiyê tu hêzên beyanî nemînin. Taybet ciwan li dijî dagirkeriyê êdî ketine tevgerê.
Îro di navbera saet 9-10’an de dewriyeke Artêşa Tirk û Rûsan di navbera gûndê Dêrna Axê ya girêdayî Çilaxa re derbasî aliyê Tirbesipiyê bûn.
Lê ciwan û zarokên herêmê li benda vê dewriyê bûn. Piştî ku hêrsa ciwana û dewriya dagirkeran rastê hevdu hatin li herêmê buyer qewimîn.
Ciwanan li hemberî konvoyê bertekên xwe nîşan dan û dewriye dan ber keviran.