ÊLIH – Yek ji stûnên herî girîng ên xefikên ku polîtîkaya şerê taybet a Tirk li Kurdistanê xistiye meriyetê, bi mebesta asîmîlekirin û qirkirina ciwanên Kurd, tiryak e.
Li Êlihê, yek ji wan deveran e ku ev polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û faşîst tê pêkanîn e. Me bi S.B.yê ku ji aliyê malbatê ve ji vê xefikê hat rizgarkirin û jiyana wî di xeterê de ye re têkilî danî. S.B di derbarê serpêhatiyên xwe de agahî parve kir.
S.B diyar kir ku bi taybetî zarokên malbatên welatparêz ketine vê xefikê û wiha dewam kir:
“Li Êlihê navenda şebekeya tiryakê ew cîh e ku wekî cihê “Qereçî û Çîngene” tê de ne ku di navbera taxa Seyitler – Guneykent de tê zanîn. Li vê cihê ku gelek malbatên qereçî lê dijîn, endamên çeteyên tiryakê nobedariya wan dikin. Barkirin û firotin di bin çavdêriya polîsan de bi wesayîtên luks têne çêkirin.Li her taxê şebekeyên çeteyan ku ev çete pê re di nava têkiliyê de ne û hema hema li hemû dibistanên bajêr hene.
Li Taxa Qereçiyan de gelek ciwanên ku bi destê zorê fêrî tiryakê hatine kirin hene û ev ciwan gelek malan de bi destê zorê tên girtin. Min bi çavên xwe dît kû vê organîzasyonê polîs û leşker pêk tînin. Malbata min ez ji van malan xilas kirim. Bangawaziya min ji gel re ewe ku bila xwedî zarokên xwe derbikevin.”