ATÎNA – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Berxwedana greva birçîbûnê ya ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan li zindanan hatibû destpêkirin, bi biryardariyeke mezin dewam dike, û çalakiyên protestoyî jî bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan dewam dikin.
Grevên birçîbûnê ya ku li Kampa Lavrioyê ciwan bi pêşengtiyê dikin û di heman demê de li Atînaya paytexta Yewnanîstanê jî çalakiyên xwe didomîne. Ciwanan li Atînayê wêneyê Rêberê Gelan daliqandin û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Ciwanan bi wêneyê Rêberê Gel kolanên Atînayê xemilandin, ciwanan ji bo festîvala ku wê di 25’ê Îlonê de bê lidarxistin pankart daliqandin.